Komîteya Perwerdeyê 'êrîşa barbar' a li Qamişloyê şermezar kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê 'êrîşa barbar' a li dijî saziya perwerdeyê ya li Qamişloyê şermezar kir.

Serê sibehê li navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya li Qamişloyê wesayitek hate teqandin. Têkildarî wê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê daxuyaniyek li cihê teqînê da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê berdevka Nivîsgeha Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê Henan Iniz ve û bi zimanê erebî ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Feysel El Xidir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tê zanîn ku bi salan e dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayên şerê qirêjî êrişî herêmê û pêkhateyên wê dikin. Her roj bi rêbazên cuda li ser gel û saziyên sivîl komkujiyan pêk tîne.

Wesayita ku karmendên Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Herêma Cizîrê dibe û tîne, hatibû mayinkirin û di seata kombûna karmendan de êrişeke hovane pêk hat. Wekî tê zanîn bi sedan karmendên desteyê hene û di seata kombûna karmendan de êrişeke bi vî awayî plana komkujiyeke mezin bû.

Bi salan e dewleta Tirk a dagirker bi van komkujiyan û plankirina komkujiyan dixwaze çavê me bitirsîne, îradeya me bişikîne û me teslîm bigire. Hedefgirtina Desteya Perwerde û Fêrkirinê hedefgirtina siberoja me û zarokên me ye.

Em bang li hêzên DYA, Rûsya, hemû hêzên neteweyî û navneteweyî dikin  ku vê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bibînin û jê re bibêjin êdî bes e. Bêdengmayîna wan hêzan tê wateya şirîkiya vî karî.

Em vê êrîşa hovane şermezar dikin, tu hêz nikare îradeya me bişikîne û paşeroja me tarî. Careke din em ji dost û dijminê xwe re dibêjin em ê bi xurtkirin û pêşxistina perwerdeya xwe û zarokên xwe bersiva herî xurt bidin dijminê xwe."