'Dewleta Tirk dixwaze çand û zimanê me ji holê rake'

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze çand û hunera gelê Kurd ji holê rake, ji ber vê saziyên perwerdehiyê dike hedef.

Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike roj bi roj zêde dibe. Dewltea Tirk qadên xizmet, perwerde û tendirustiyê dike hedef.

Dewleta Tirk a dagirker herî dawîn di 22’ê Mijdarê de dibistaneke gundê Koranê kir hedef û dibistsan rûxand. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker di 5’ê Kanûnê de wesayîteke mamosteyan teqand. Di vê teqînê de kesek birîndar bû û xisareke maddî pêk hat. 

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê di derbarê êrîşên dewleta Tirk ya li ser dibistan û cihê perwerdehiyê de daxuyaniyek dan. Li ser navê Rêveberiya Akademiya Şehîd Viyan Amara Seîda Xelîl daxuyanî xwend. 

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Wekî ku tê zanîn dewleta Tirk her dem gefê li ser herêma me dixwe. Dixwaze axa me dagir bike û guhertîna demografîk pêk bîne. Bi destpêkirina şerê Sûriyeyê re dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên gel têk bibe, wan ji mafê wan ê jiyan û birêvebirinê dûr bixe û gelan tune bike. Dewleta Tirk bi gelek rê û rêbazan dixwaze vê armanca xwe pêk bîne. Dewleta Tirk di warê lojîstîk û leşkerî de piştgiriyê dide çeteyan, hemû hêzên xwe yên leşkerî dixe dewrê û bi welatên cîhanî re planên qirêj dike. 

DEWLETA TIRK DIXWAZE ZIMAN Û ÇANDA ME TUNE BIKE

Dewleta Tirk di 5’ê Kanûna 2022’an de li wesayîta Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê da. Dewleta Tirk ne bi tenê li saziyan dide, di heman demê de dixwaze çand û zimanê me jî tune bike. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze tirsê têxe nava zarokên me yên ku bi zimanê xwe perwerde dibe. Ev êrîşên hovane di bin çavdêriya dewletên navnetewî û herdu dewletên garantor Emerîka û Rûsyayê de li ser gelê sivîl pêk tên. Ev jî nîşan dide ku ev dewletên garantor bi faşîzma dewleta Tirk re  ne.

Em Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê van êrîşan şermezar dikin û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî û mafê mirovan dikin ku hovîtiya dewleta Tirk û faşîzma hikumeta AKP’ê li dijî Bakurê Sûriyeyê rawestînin. Her wiha bombebarana dewleta Tirk a li ser herêmê û hedefgirtina deste û saziyên sîvîl jî rawestînin. Bi taybet em bang li koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) û Federasyona Rûsyayê dikin ku erkên xwe yên ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê bi cih bînin."