'Dibistan nemînin em ê xwendekaran di malan de perwerde bikin'

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Feratê Bekir Ceradê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi taybet êrîşî dibistanan dike û got: "Dibistan nemînin em ê xwendekaran di malan de perwerde bikin."

Dewleta Tirk a dagirker, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj zêde dike. Bi taybetîêrîşî qadên xizmetguzarî, perwerde û cihên tendûristiyê dike.

Ji 19’ê Mijdarê û vir ve ji Şehbayê heta Dêrikê êrîşên dewleta Tirk berdewam in. Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Feratê Bekir Ceradê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gel a li dijî van êrîşan ji ANF’ê re axivî.

Bekir da zanîn ku dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve bi rêya terorê her tim xwestiye gelê li herêmê qir bike û wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Şoreşa Rojava ve, ketiye hewila çewisandin, helandin û qetilkirina Kurdan. Bi rêya hêzên teror her dixwaze ku Kurdan ji holê rabike. Lê bi berxwedana Kobanê hemû pêkhate û gelên herêmê, di şoreşê de rola xwe lîst û terora herî mezin têk bir. Ev jî bidawîbûna xewn û xeyalên dagirkeriyê bû, lê hewildanên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkeriyê her tim hene. Sala 2018’an me dît ku li Efrînê sazî, dezgeh, perwerde û nasnameya gelê herêmê ji xwe re kir armanc û di heman demê de li Girê Spî û Serêkaniyê jî ev kiryar hatin kirin."

‘DEWLETA DAGIRKER DI QIRKIRINA GELAN DE BI ISRAR E’

Ceradê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşkirina dibistanan diyar dike ku di qirkirina gelan de bi israr e û wiha pê de çû: “19’ê Mijdarê bi balafirên xwe yên şer êrîşê Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Gel saziyên sivîl, ragihandin û dibistan jî ji xwe re kirin armanc. Dibistan, cihê fêrkirina bi zimanê zikmakî ye û yek ji mafên xwezayî yê pîvana navneteweyî ye ku her kes bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe. Lê 22’yê Mijdarê li gundê Koranê dibistanek bi temamî hat rûxandin û bi sedan şagirt ji xwendinê bêpar man."

ÊRÎŞ BI SER 19 DIBISTANAN DE HAT BIRIN 

Bekir anî ziman ku dewleta Tirk êrîş birine ser zêdeyî 19 dibistanan û got: "Li ser sînorê di navbera Kobanê û Tirkiyeyê de gundên Kor Elî, Zormixar, Şikeft, Cibnê, Aşmê û Çariqlê heta bi Kazikan, Qeremox heta sînorê Girê Spî zêdeyî 19 dibistan dan ber topan. Dewleta Tirk bi van êrîşan sûcan dike.”

Bekir Ceradê got ku armanca dewleta Tirk tunekirina gelê herêmê ye û got: “5’ê Kanûnê wesayîteke bombe lê barkirî bi Desteya Perwerdehiyê ya Herêma Cizîrê de hat teqandin. Ev rastiya dewleta Tirk e ku armanca wî qirkirin û tunekirina hemû gelên li herêmê ye."

‘EM Ê HER CIHÎ VEGUHERÎNIN QADÊN PERWERDEHIYÊ‘

Hevserokê Desteya Perwerdehî û Fêrkirinê ya Herêma Feratê Bekir Ceradê destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê ji bo pêşeroja xwendevanan têbikoşin û wiha got: “Ger dibistan nemînin em ê di malan de waneyan bidin. Em ê her cihê veguherînin qada perwerdehiyê. Em bang li saziyên mafên zarokan û mirovan dikin ku li ber van kirinên nemirovî rabibin. Civaka navneteweyî jî berpirsyarê van êrîşan e. Li vir nirxên mirovahiyê tên binpêkirin. Lewma divê bêdengiya heyî bê şikandin. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê bi helwesteke rast û cidî li ber dagirkeriyê rabibin. Em desteya perwerdehiyê, em ê heta bi hetayê bi erka xwe rabibin. Ger dibistan nemînin em ê di malan de waneyan bidin xwendekaran, heta dawiyê bi xwendekarên xwe re bin û nehêlin pêşeroja wan ji dest biçe.“