Xwendekarên Zanîngeha Rojava li dijî tecrîdê çalakî kirin

Xwendekarên Zanîngeha Rojava li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xistin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk çalakiyek hate lidarxistin.

Xwendekar li beşa Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ya Zanîngeha Rojava li hev civiyan û li dijî tecrîdê çalakî kirin.

Bi navê xwendekaran daxuyaniyek hate dayin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Xwendekaran alên Tevgera Xwendekarên Demokratîk hildan û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bimire dagirkerî" qîriyan.