Ji bo Şehîd Faîq Efrîn li Şehbayê konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Faîq Efrîn ê meha Îlonê li Wanê şehîd bû, li Şehbayê konê sersaxiyê hate danîn.
Ji bo Faîq Efrîn ê meha Îlonê li Wanê şehîd bû, li Şehbayê konê sersaxiyê hate danîn.
Bi beşdarbûna bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê merasîma sersaxiyê ya şehîd Faîq Efrîn û hevalên wî li dar ket. Şehîd Fayîq Efrîn tevî 4 hevalên xwe Baharîn Kendal, Şiyar Sason, Şiyar Kobanê û Sîdar Canfeda di 24’ê Îlona 2020’an de li Wanê şehîd bûbû.
Şênî li gundê Til Qirah ê Şehbayê li pêşiya mala malbata şehîd kom bûn. Piştî kombûnê li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan Menel Şêxo axivî û got: “Em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin di kesayeta şehîd Faîq û hevalên wî de. Bila dijmin baş bizane ku em li pişta hêzên xwe û gerîla ne.”
Li ser navê Kongra Star jî Emîne Silêmen got: "Zarokên me canê xwe dikin qurbaniyê doza xwe da ku bikarin azad bijîn. Dijmin nikare vîna gelê azad jî bişikîne. Em ê bi moraleke mezin têkoşînê bidomînin û em ê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin.”
Di dawiyê de jî kurê apê şehîd Faîq axivî û got: “Em bi şehîdên xwe serbilind in. Em ê li ser rêya wan bimeşin.”