QSD: Dewleta Tirk saziyên xizmetguzariyê bombebaran kir

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, dewleta Tirk a dagirker di 5`ê Kanûnê malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê bombebaran kiriye.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrîşên şeva 4’ê Kanûnê û roja 5’ê Kanûnê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Top û tankên dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn bombebaran dikin, di bombebaranê de mal û erdên çandiniyê ên sivîlan dibe hedef. Li Zirgan, Şehba û Kobanê topên dagirkeriya Tirk malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê kir komek ax. Wê ev sûcên dewleta Tirk were belgekirin.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 4`ê Kanûnê û encamên roja 5`ê Kanûnê ev in:

4`Ê KANÛNÊ

1-Herêma Cizîrê:

Til Temir; Gundên Til Leben, Gozeliyê û depoyên Um El Kêf bi obus û hawanan hatin topbarankirin, bi doçkayan jî hatin gulebarankirin.

Zirgan; Gundên Bobî, Dada Ebdal, Mihermela û bajaroka Zirganê 31 caran bi hawanan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin. Li hember van êrişan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.

2-Herêma Firatê;

Girê Sipî; Gundên Kor Hesen, Bîr Kîno, Erîda û Sileybî 2 caran bi obusan, 4 caran bi hawanan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.

Eyn Îsa; Rojhilatê bajarok bi doçka û bombeavêjan hatin gulebarankirin.

5`Ê KANÛNÊ

1-Herêma Efrînê: Gundên Şêx Hîlal, Hirbil, Samûqa, Minix, Şêx Îsa, Kefer Naya, Bendava Şehba, Kefer Garês, Bênê, Soxanekê, Aqîbê, Meyasê, Şewarxa, Malikiyê, Îrşadiyê û bajaroka Til Rifatê 33 caran bi obusan, 30 caran jî bi hawanan hatin topbarankirin.

Balafirek keşfê gundê Eyn Deqnê bombebaran kir.

2-Herêma Cizîrê:

Til Temir; Gundên Um El Kêf, Til Leben, Gozeliyê, Şêx Elî û depoyên Um El Kêf bi obusan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gulebarankirin.

2-Herêma Firatê:

Kobanê; Gundên Zormexar, Çariqlî, Koran, Xerbîsan, Cîşan, Xanê, Qeremox û bajaroka Şiyûx bi obus û hawanan hatin topbarankirin.

Girê Spî; Gundên Til Xan, Dibis, Ebû Sira, Kor Hesen, Seyda, Zenûbiya û rêya M4 2 caran bi obusan, 3 caran jî bi hawanan hatin topbarankirin.

Minbic; Gundên Korheyûk û El Kawiklî 7 caran bi obusan hatin topbaran kirin.”