Dewleta Tirk êrîşî gelek gundan kir

Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Efrîn, Girê Spî, Şehba û Til Temir ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Dewleta Tirk îro gelek gundên herêmê bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Xan, Kor Hesen û Zenûbiye rojavayê Girê Spî bi çekên giran topbaran dike. Her wiha gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê bi çekên giran topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Semûqa, Kefer Garis û Bendava Şehbayê û gundê Şêx Elî yê girêdayî navçeya Til Temir bi çekên giran topbaran dike.