Muslim ji bo civîna hevgirtina global bang kir

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku wê tevlî civîna hevgirtina global a alternatîfê civîna G20’ê bibe, bang kir ku destekê bidine civînê.

Îsal alternatîfî civîna G20’ê ku li Hambûrg a Elmanya wê were kirin, 5-6’ê Temûzê civîna hevgirtina global wê were danîn. Yek ji kesê ku wê di civînê de biavie Heverokê PYD’ê Salih Muslim e. Muslim bang kir ku destek ji bo civînê were dayin. Muslim got li dijî yekdestiya sermiyan û serweriyê tekane modêla alternatîf Rojava ye.

Serokdewlet û serokên hikûmetên xwedî 20 aboriyên pêşketî ên dinyayê  7-8’ê Temûzê li Hambûrgê dicivin. Beriya civînê bi 2 rojan li Hambûrgê alternatîfî G20’ê civînek tê danîn.

Di civîna 5-6’ê Temûzê de dijberên yekdestbûnê, parezanên mafê mirovan û hêzên demokrasiyê dicivin. Civî du rojan ji saet 10’an heta bi 21.30’ê bidome.

Di civînê 11 nîqaşên podyumê wê werin kirin û 70 workshop wê werin lidarxistin. Yek ji axaftvanên roja pêşî yê ku NAV-DEM û HDK destek didinê Hevserokê PYD’ê Salim Muslim e.

Muslim têkildarî G20 û civîna alternatîf ji ANF’ê re axivî û got:’’ Ji bo dema dî plansazî tê kirin. Di vê civînê de ji bo bloka dewlemendan were xurtkirin biryar têne standin. Ango civîneke modernîteya kapîtalîst e. Li dijî vê yên çewisandî jî divê xwedî alaternatîf bin.’’

MUSLUM: ROJAVA MODÊLA ALTERNATÎF E

Muslim got li tevahiya dinyayê alternatîfî G20’ê hin teorî çêbûne û got: ‘’Li gelek welatan çalakiyên protestoyê têne kirin. Niha alternatîf pêşî li Rojava diyar bûye Rojava alternatîfê G20’ê ye.’’ Muslim got, G20 yekdestiya sermiyanê ye û banga destekdayinê ji bo civîna alternatîf kir.

 ‘’Hem li dijî sermiyanê û li dijî serweriyê em tim polîtîkaya xwe diyar dikin. Mînak demokrasiya radîkal alternatîfa vê ye. Sîstema ku me li Rojava daniye hem alternatîfa serweriyê û hem jî ya aborî ye. Ev modêl bi xwe re ne takeke lê azadiya civakî tîne. Civak zindî dibe, her kes li vîna xwe xwedî derdikeve.

Civîna hevgirtina global alternatîfê G20’ê ye. G20  civîneke di yekdestiya desthilatdaran deye, civîna hevgirtina global civîna hemû çewisandiyen e. Ji bo vê jî divê ev were geşkirin, bi ser de divê ev ne bi rengekî radîkal lê di heman demê de têkoşîna wê jî divê were dayin. Rêya vê jî pêşxistina modêla Rojava ye.

DI HEDEFÊ DE WÊ ERDOGAN Û TRÛMP HEBIN

Komên ‘G20-Protestwelle (Pêla Protestoyê) 2’yê Temûzê, roja Yekşemê wê protestoya mezin bikin. Têp ayin ku 100 hezar kes tevlî nav vê çalakiyê bibin.

Di nav çalakiya protestoyê de saziyên Kurd NAV-DEM, YXK, TJK-E, Cenî, ISKU, TATORT Kurdistan, Ciwanên Azad û Jinen Ciwan ên Azad jî wê hebin.

Di çalakiya protestoyê de Serokkomarê Tirk R.T. Erdogan û Serokdewletê DYE’yê Donald Trûmp wê di hedefê de bin.