Li Reqayê êrîşên çeteyan hate şikandin: 20 çete hatin kuştin

Êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser kargeha şekir û taxên El-Meşleb û Romaniyê yên rizgarkirî hatin şikandin, 20 çete hatin kuştin.

Operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê di roja 5′an de dewam dike. Îro di saetên ber êvarê de komeke çeteyên DAIŞ′ê ku 4 ji wan êrîskarên xwekuj bûn, êrîşî kargeha şekir a dikeve bakurê bajarê Reqayê kirin. 2 çeteyên xwekuj beriya ku bigihêjin çeperên şervanan hatin kuştin. Herdu çeteyên xwekuj ên din jî, nêzî çeperên şervanan xwe teqandin.

Çeteyên DAIŞ′ê di heman demê de êrîşî Taxa El Meşleb a rojhilat û Taxa Romaniyê ya rojavayê Reqayê yên hatî rizgarkirin kirin. Di şerê dijwar ê li ku Taxa El-Meşleb rû da de, 11 çete hatin kuştin.

Her wiha li Taxa Romaniyê jî şervanan 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan gulebaran kirin û ji dûr ve teqandin. Di şerê li vê taxê qewimî de jî, 9 çete hatin kuştin.  

Di şerê li Taxa Romaniyeyê de jî 2 şervanên QSD’ê, di berxwedana li dijî çeteyan de şehîd bûne.

Êrîşên çeteyan ên li her sê aliyan hatin şikandin, li hinek cihan şer didome.