Cenazeyê şervanê QSD′ê Hesen li Girê Spî hate veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Ebdulezîz Hesen ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehdî Mehmûd Tume veşartin.
Welatiyên bajarê Girê Spî cenazeyê şervanê QSD′ê Ebdulezîz Hesen ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şehdî Mehmûd Tume veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a bajêr, Endamên saziyên sivîl alên YPG/YPJ/QSD′ê, wêneyên şehîd rakiribûn, cenazeyê şervanê QSD′ê Ebdulezîz Hesen wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tumê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve despê kir. Piştre Hevserokê Rêveberiya Xweser a bajêr Hemdan El-Ebid axivî, sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest û wiha got: ″Em serbilind in. Bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê, herêmên me azad dibin û civakeke li ser bingeha hezkirin, jiyana hevbeş û biratiya gelan tê avakirin.″
Her wiha li ser navê Kongreya Star Muna Eswed jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina têkoşînê dubare kir.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbatê hate kirin.
Girseyê cenazeyê bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve spartin axê.