Cenazeyê şervana YPJ'ê hate veşartin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Viyan Bahoz, li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekê li kêleka xwişka xwe Bêrîtan Bahoz hate veşartin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Viyan Bahoz, li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî bi merasîmekê li kêleka xwişka xwe Bêrîtan Bahoz hate veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Dirbêsiyê û bajaroka Zirganê li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê kom bûn, cenazeyê şervana YPJ′ê Sîham Ebas (Viyan Bahoz) a ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve ketin rê.
Li goristanê dirûşmeyên ″Bijî berxwedana YPG/YPJ/QSD′ê″ hatin qîrkirin û merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre cîgirê Hevserokatiya Desteya Malbatên Şehîdan Îdan Efenî axivî û diyar kir ku bi têkoşîn û fedekariya şehîdan, gelek serkeftin di qadên siyasî û leşkerî de hatin bidestxistin.
Fermandara YPJ′ê Aryan Cûdî jî soza tolhildanû pêkanîna armancên şehîdan û domandina têkoşînê da.
Dayîka şehîd Viyan, Sebah jî soza şopandina rêya herdu keçên xwe Viyan û Bêrîtan da û destnîşan kir ku ew bi şehadeta keçên xwe serbilind e.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wê hat kirin.
Cenazeyê Viyan bi dirûşma “Şehîd Namire” li gel xwîşka wê Bêrîtan Bahoz spartin axê.