Dewleta Tirk nêzî Kobanê êrîşî nuqteyên YPG’ê kirin

Artêşa Tirk nêzî Kobanê, li dijî nuqteyên YPG’ê êrîşek lidar xist.

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ku li Cerablûsê bi cih bûne, 4 hewan avêtin nuqteyên şervanan ên li nêzî bajarokê Şiyûx Tehtanî yê.

Li gorî nûçeya ji aliyê ANAH’yê ve hate dayîn, çeteyên Tirkiyê yên ku li gundê Emarna yê girêdayî bajarê Cerablusê bi cih dibin, 4 topên hawanan avêtin nuqteyên şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Xweparastinê yên nêzî bajaroka Şiyûx Tehtanî ya 45 km dikeve rojavayê Kantona Kobanê. Di encamê de, ziyan gihîşt mal û milkên welatiyan.

Dîsa heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyan piştî avêtina topan, nuqteyên şervanan gulebaran kirin.