Gelek şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de cih digirin, ji Reqayê bi xwe ne. Îbrahîm Xelef ê ji taxa Meşlebe, yek ji van şervanên QSD'ê ye. Xelef berî niha bi du mehan ji taxa Meşleb a Reqayê, ji çeteyên DAIŞ reviya û tevlî nav şervanên QSD'ê bû. Ji ber ku li eniya rojava ya Reqayê ye, Xelef ji me bihîst, ku taxa wî hatiye rizgarkirin.
Şervanên QSD'ê Îbrahîm Xelef, kêfxweşiya xwe ya ji ber rizgarkirina taxa xwe anî ziman: "Li her taxeke Reqayê bîranîneke min heye. Lê taxa Meşlebe cihekî xwe yê cuda heye." Xelef wiha dewam kir: "Min û hevalên min, çend roj berê taxa Cizre ji çeteyan rizgar kirin. Tevî hemû hewldanên çeteyan, em bi ruhekî ku bajarê xwe ji hêza tarî rizgar bikin, têkoşiyan. Çi bi wesayîtên bombebarkirî, çi jî bi rengê din, me hemû êrîşên çeteyan şikandin. Weke ku hûn jî dibînin, ji aliyê rojava ve em ketine nava bajarê Reqayê û me taxa Cizre bi temamî ji çeteyan paqij kirin."