Operasyona Reqa: Şervan ketin taxa sêyemîn
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku duh du tax ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin, ketin taxa sêyemîn. Şer berdewam dike.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku duh du tax ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin, ketin taxa sêyemîn. Şer berdewam dike.
Şervanên QSD’ê ku ji Rojavayê bajarê Reqqa bi pêş ve diçûn piştî ku taxa Sabahiyê rizgar kirin berê xwe dane taxa Romanî. Şervan danê sibehê ketin nav taxê. Çeteyan di taxê de bi motosîkletê bombekirî xwestin erişî şervanan bikin. Bi bersivdayina şervanan re şerê dijwar dest pê kir.
Şerê dijwar heta niha jî berdewam dike. Di şer de 21 yek çete hatin kuştin gelek çek û cebelxane ketin destê şervanan.
Li taxa Sabahiye ku doh hatibû rizgarkirin şervanan lêgerîn dane destpêkirin. Di encamên lêgerînê de şervanan 3 çeken BKC, 6 Guley RPG7, doçkayek 23.5 tevlî erebeya wê ketin dest şervanan.
Di encama legerinê de 3 cenazeyên çetayan jî ketin deste şervanan.