Bi hezaran kesî bi yek dengî gotin: Ji Ocalan re azadî

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê, daketin qadan.

Kongireya Star a kantona Efrînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecîrdê xwepêşandanekî girseyî lidar xist. Di xwepêşandanê de bi hezaran welatiyên kantona Efrînê û Endamên Saziyên Kantonê beşdar bûn.

Xwepêşandanê ji Çerxeriya Newroz destpê kir û di kolanên sereke yên bajarê Efrînê re derbas bû. Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongireya Star û TEV-DEM`ê û YPJ/YPG`ê hilgirtibûn. Her wiha pankartên şermezarkirina tecrîda li ser Oclana ku bi herdu zimanê Kurd û Erebî hatibûn nivîsandin, vegirtibûn.

Xwepêşandan li qada Şehîdan, veguherî mitîngekê û durişmeyên daxwaza azadiya Ocalan, rakirina tecrîda û şermezarkirna kiryarên dewleta Tirk a li hember Ocalan, qîr kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Koordînera Kongreya Star a kantona Efrînê Fatme Silêman, axivî û got: ʺEm wek jinên Rojava tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin, em bi saya fikir û felsefeya wî gihiştin vê qonaxê, ji ber vê yekê em ê heta pêkanîna azadiya Rêber Ocalan, têkoşîna xwe bidomînin.ʺ

Endama Kongreya Star a kantona Efrînê Zeyneb Hac Osman jî axivî û diyar kir ku ew wek jinên Kantona Efrînê wê xebat û çalakiyan ji bo şermezarkirina tecrîdê bidomînin heta digihêjin azadiya Ocalan. Osman her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi kiryarên xwe yên dûrî nirxên mirovahiyê nikare vîna gelê Kurd bike hedef û daxwaz ji civaka Navnetewî kir ku sînorekî ji kiryarên Tirkiyê re diyar bikin.

Xwepêşandan bi durişmeyên şermezarkirina tecrda li ser Ocalan û silavkirina berxwedana Ocalan û daxwaza azadiya wî bi dawî bû.