Cenazeyên 9 şehîdan li Hesekê û Serêkaniyê hatin veşartin
9 şervanên YPG'ê yên li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn, li bajarên Hesekê û Serêkaniyê hatin veşartin.
9 şervanên YPG'ê yên li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn, li bajarên Hesekê û Serêkaniyê hatin veşartin.
9 şervanên YPG'ê yên li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn, li bajarên Hesekê û Serêkaniyê hatin veşartin.
SERÊKANIYÊ
Bi sedan kesên ji Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Zirganê cenazeyên şervanên YPG Mehmûd Hise (Elî Erebo) ku di 4'ê Tebaxê li Çiyayê Kizwanan şehîd bû, Ehmed Yûsif (Kawa Hemîd) di 3'ê Tebaxê li bajarê Reqa şehîd bû û Ibrehîm El-Ebid (Mehmûd Serêkaniyê) ê 5'ê Tebaxê li Reqa şehîd bû li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê bajarê Dirbêsiyê yê girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê spartin axê.
Girseya gel cenazeyên şervanan bi karwanekî ji wesayitan anîn goristana Şehîd Rustem Cûdî. Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hate lidarxistin, dest pê kir. Paşê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Zekiya Qido axivî û bixêrhatina hemû beşdaran kir. Qido got, ku bi saya tekoşîna şehîdan gelê herêmê bi azadî li ser xaka xwe dijî. Qido di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, ku ew ê her tim li ser şopa şehîdan be.
Di dewama merasîmê de li ser navê YPG'ê Zana Zagros axivî û sersaxî ji malbatên her sê tekoşeran re xwest.
HESEKÊ
Welatiyên Kantona Hesekê ya girêdayî Herêma Cizîrê jî cenazeyên şervanên YPGʹê Radî Ewed (Dîno Ferat), Şerîf Hemo (Şivan Hesekê), Ehmed Mihemed(Şengal Şivan), Mihemed Ehemed (Şengal Şivan), Mihemed Îbrahîm (Mihemed Hol), Samî Yûnis (Bêjan Tiwêna) û Hisên Ehmed (Rênas Hol) yên di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûn, wergirtin û bi karwaneke ji wesayitan birin goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ya kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê.
Li cihekî nêzî goristanê, welatî ji wesayitan peya bûn, darbestên şehîdan danîn ser milan û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir. Paşê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Siltanê Ehmed, Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk Şêxmûs Ehmed axivîn û sersaxî ji malabtên Şehîdan re xwestin. Di axaftinan de rola şehîdan a di rizgarkirina herêmê û pêkanîna aramiyê de hate vegotin û soz hate dayin ku wê li ser şopa şehîdan bin.
Li ser navê YPG'ê Zekî Kobanê axivî û di serî de sersaxî ji malbata her 6 şehîdan û tevahî şehîdên azadiyê re xwest. Kobanê got, hêzên YPGʹê her dem amade ne ku ji bo pêkanîna aramî û ewlekariyê canê xwe feda bikin. Kobanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê heta pêkanîna demokrasiya tevahiya Sûriyê tekoşîna xwe bê navber bidomînin.
Piştî axaftin bi dawî bûn, girseya gel cenazeyên şehîdan li ber dirûşman spartin axê.