Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên 5 rojan ragihand.
Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike; "Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Di encama şer û pevçûnên de ku hatine jiyîn droneke çeteyan ket destê hêzên me."
Encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 5 rojên dawî wiha ne;
'ARTÊŞA TIRK NEÇAR MA PAŞ DE VEGERE'
"Di dîroka 31.07.2017'an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûs û guleyên tangê êrişî eniya Eyn Deqnê, Belûniyê û Maranezê kirin. Di heman rojê de artêşa Tirk sînorê xwe derbas kir û derbasî axa Kobanê bû. Leşkêrên ku xwestin li vir çeperên nû yên şer çêkin rastî bersiva hêzên me hatin û neçar man ku paş de vegerin.
Di dîroka 01.08.2017'an de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li herêma Maranezê geriyan. Di heman rojê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî navçeyên Efrîn Şera, Şêrewa û Cindirêsê kirin. Her wiha çeteyan bi obûsan êrişî eniya Eyn Deqnê kirin.
Di dîroka 02.08.2017'an balafirên keşfê yên artêşa Tirk li eniya Eyn Deqnê, Maranezê, El Kamiyê û Bêlûniyê geriyan û di heman rojê de bi topên hawanê, gulleyên tangê, obûs û çekên doçka êrişî gundên Maranez, Minnix, Bêlûniyê û Eyn Deqnê kirin. Hêzên me bersiv dan êrişê çeteyan û di encamê de li eniya Ezazê wesayîtekî çeteyan hat derbkirin.
Di dîroka 03.08.2017'an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî eniya Maranezê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Her wiha di heman rojê de saet di navbera 01:00 û 03:00'an de çeteyan bi obûsan êrişî Malikiyê, Şêwarxa û Eyn Deqnê kirin. Hêzên me di heman demê de bi çekên giran bersiv dan êrişên çeteyan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de leşkerên Tirk yên ku bi tireksekî ve dixwestin di eniya gundê Selîm yê girêdayî Kobanê re rê çêkin rastî bersiva hêzên me yê bi çekên giran hatin. Di encamê de tireksa leşkerên Tirk derb xwar û sekinî.
'WESAYÎTEK BOMBEBARKIRÎ YA ÇETEYÊN TIRK HAT RÛXANDIN'
Di dîroka 04.08.2017 saet 05:00'an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk xwestin ku bi wesayîteke bombebarkirî êrişî Eyn Deqnê bikin. Hêzên me êrişa çeteyan ferq kirin û lê dan. Di encam de wesayîta bombebarkirî bêyî ku bigihîje hedefa xwe hat rûxandin. Her wiha di heman rojê de hêzên me dronekî çeteyan jî xistin erdê û desteserkirin. Ji aliyê din ve artêşa Tirk eniya Eyn Deqnê, Belûniyê û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Efrîn Şera bi obûsan topbaran kirin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi çekên B7 êrişî Girê Qestelê, bi topên hawanê êrişî Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê, bi çekên doçka êrişî Girê Şehît Şîlan û bi çekên doçka û BKC jî êrişî Maranezê û Eyn Deqnê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin."