Li Dêrikê cenazeyên 7 şervanên azadiyê hatin veşartin

Bi sedan welatiyê Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 7 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehdî Xebat Dêrik veşartin.

Cenazeyên 7 şervanên YPG′ê Salih Dilo (Egîd Amed), Mîtan Temo (Mîtan Qehreman), Ebdulmûhîm Selman (Cesûr Kemal), Mihemed Rûmî (Zinar Dêrik), Mehemed Elî (Mehmûd Sede), Ebdullah Şêhan (Dewran Til Hemîs) û Ednan Seyid (Iqab Şengal ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Roj a bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Jînda Amara axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ku ew amade ne, axa Bakurê Sûriye yê biparêzin.

Selûm berxwedana şervanên azadiyê di çeperên şer de silav kir û komkujiya Şengalê jî şermezar kir.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşam “Şehîd Namirin” ve hatin veşartin.