Şer li 7 taxên Reqayê giran e: 34 çete hatin kuştin

Li 7 taxên Reqayê şerekî giran di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de diqewime. Di nava 24 saetên dawî de 34 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 61'ê de ye. Şervanên QSD'ê, piştî şerekî giran duh bi şev taxa El Kerîmê bi temamî ji çeteyan paqij kirin. Li vê taxê 14 çete hatin kuştin û termê gelekî ji wan li naverastê ma. Her wiha di encama operasyona paqijkirina taxê de gelek cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan. 

Li taxên Berîd û Nehda yên li aliyê bakur rojavayê bajêr jî şer giran e. Di vî şerî de 8 çete hatin kuştin, ku 2 jê sekvan in.

Li taxa Rewda ya li bakurrojhilatê Reqayê, êrîşa çeteyan ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate şikandin. Di şer de 5 çete hatin kuştin.

Li taxa Reqa Berê jî, li dora Mizgefta El-Etîq şer rû da. Li vir 4 çete hatin kuştin.

Li navenda  taxa Nezlit Şihadê ya li başûrê Reqayê, 3 çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê sekvanên QSD'ê ve hatin kuştin.