Li Reqayê sîvîlên Suryan û Ermen hatin rizgarkirin

Şervanên Konseya Leşkerî ya Suryan (MFS) a girêdayî QSD’ê 7 Suryan û Ermen ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Tenduristiya sîvîlan baş e.

Operasyona Rizgarkirina Reqayê ya ku QSD’ê di 6’ê Hezîranê de dest pê kiribû, her ku nêzî taxên hundirîn ên Reqayê dibe, sîvîlên di destê çeteyên DAIŞ’ê de jî tên rizgarkirin.

7 sîvîlên ku bi korîdora şervanên QSD’ê vekiribûn ji aliyê Şervanên Konseya Leşkerî ya Suryan ve tehliyeyî herêmên ewle hatin kirin.

 

Meclîsa Leşkerî ya Suryan dîmenên sîvîlên Suryan û Ermen ên hatine rizgarkirin ji ser hesabê twîtterê belav kir.