Sînemaya alternatîf li Rojava dikare were kirin

Komuna Sînemayê ya Rojava, di nav şer de, di nav şerê dijî DAIŞ’ê de sînemayeke nû hildiberîne. Komun ispat dike ku sînemayeke din pêkan e.

Ne ku tenê hildiberîne,  teoriyeke dî ya sînemeyê çêdike. Bi ser de ev sînema pirzimanî, pirrengî û pirçandî ye. Li  Rojava sînema ne objeyeke qedandinê ye, qadeke wiha ye ku tevahiya civakê tevlî wê tê kirin.

Kamerayê ji bo guherîn û veguherîna civakê weke amûrekê bi kar tîne. Armanca wan a sereke ew e ku sînemayê ji metabûnê derxînin, bi vegotineke dî têkiliya wê ya bi pereyan biqedînin. Ceribandina ku wê li ber xwe weke mînak datînin jî Sînemaya Çiyê ye. Û manîfestoya Solanas û Getîno a  1968’an dane ber xwe.

Li Komunê heta niha bi dehan fîlmên kurt û belgefîlm hatine çêkirin. Perwerdehiya sînemeyê dane bi dehan xwendekaran. Ji bo zarokan fîlmên dublajkirî yên Charlîe Chaplîn hatin çêkirin. Zarokên şer, ‘Heval Charlîe’ keşf kirin.

Beriya bi demeke kurt li Serêkaniyê stûdyoya dublajê hate danîn. Li Dirbesiyê atolyeyên sînemayê hatin danîn. Li her bajarê Rojava navendên çand û hunerê têne avakirin.

Li Rojava, ji ber şewata mezin a sînemayê ya li Amûdê zêde ne baldarî sînemayê bûn. Ji TEV-ÇAND’ê Diyar Hiso wiha dibêje: ‘’Dema ku em dibêjin zarokên xwe bînin sînemayê em ê li fîlm binerin’ me dît ku mirov pir ditirsin. Dibêjin, ‘tiştek bi zarokên me nayê?’ Fîlm çend deqe ne, wê zû xilas bibe?’ û wiha dibêje: ‘Em di van şertan de sînemayê çêdikin.’’

Sînemaya Kurd li gelek welatan ji hev belawela ye  û ne rêxistinî ye. Xebatên takekesî yên hunermendên sînemaya Kurd her çend hêviyê bidin jî, ji bo ku zimanekî sînemayê çêbikin hê di destpêka rê de ne. Yek ji armanca komunê ya li Rojava jî ew e ku sînemaya Kurd rêxistinî bikin.

Ji Tevgera Çand û Hunerê ( TEV-ÇAND) em ji Diyar Heso û Ekîn Ronî re li ser sînemaya Rojava axivîn.

Hûn dikarin behsa çîroka avakirina Komuna Sînemaya Rojava bikin?

Ekîn Ronî: A rast li Rojava beriya şoreşê xebateke berfireh li ser çandê hebû, bi taybetî jî di qada muzîkê de. Em hinekî dûrî qadên dî yên hunerê bûn, hem jî polîtîkayên qirkirinê jî li pêş vê asteng bûn. Muzîk ji bo vegotina heqîqeta Kurd qadeke hunerê ya wiha bû ku mirov bi hêsanî dikarîbû xwe bigihiniyê. Lê qadên dî yên hunerê li nav Kurdan zêde ne li pêş in. Ji bo vê jî rêça komunê  li Rojava bû destpêk.Xebatên hêja li ser muzîkê hene lê em dibêjin gelo ji xeynî muzîkê jî em dikarin di qadên din de geş bibin. Em dixwazin govend, şano û sînameyê bikin xwedî naverokeke akademîk, bi plan û rêxistinî. Ji bo vê jî armanca me ew e ku em bi vê çarçoweyê atolyeyên sînemayê bidin desetpêkirin û piştre bikin rêxistinî. Bi vî rengê xwe yê nû li nav şoreşa Rojava bi rastî jî meylek ber bi wê ve çêbû. Vê rêxistiniyê hem li qada navnetewî û hem jî li Federasyona Bakurê Sûriyê bal kişande ser xwe. Civak bi kelecaniyekê bersiv dayê.

Diyar Heso: Li Sûriyê beriya şer, di serweriya rejîma Beas de polîtîkaya qirkirinê li ser çandê hebû. Nedihiştin sînemayeke Kurd hebe. Ên ku dixwestin sînemayeke Kurd çêbikin  an dihatin koçberkirin an jî li gorî pîvanên rejîmê sînema çêdikirin. Bi şoreşa Rojava re ev rewş hinekî guherî. Ciwanên ku bi sînemayê re têkildar ji bo ku bibin berçav çandî, hunerî ya şoreşê rêxistinî bûn. Li ser vê bingehê Komuna Sînemaya Rojava hate avakirin.

Taybetmendiyeke sînemaya Rojava wiha ye ku alî şer dikin û şer ji bo fîlm tê tomarkirin. Baş e, di rewşeke wiha de ku hêza dîtbariyê û dîmenên rastî  ev çend xwe nîşan dide û tê bikaranîn, hîkariya sînemayê bi taybetî jî sînemaya honakî li şoreşê dikare çi bibe?

Hema hema di hemû medyaya dîtbar de derbarê Bakurê Sûriyê tevlîheviyeke dîtbarî heye. Her gav û roja wê, bi taybetî jî ew kêliyên şer bûye qadeke wiha ku ji hêla hemû dinyayê ve tê dîtin. Bi taybetî di rewşeke wiha de rista sînemayê dikare xurtir be. Divê ev tevlîheviya dîtbariyê were dîsîplînekirin. Risteke wiha ya hunerê heye. Bi derxistina ya zêde an jî nebaş û ne rast, şaş, huner tê çêkirin. A ku em dikin, em dixwazin şoreşa civakî û çandî bi sînemayê nîşan bidin û rastiya Rojava bi sînemayê, bi zimanê hunerê nîşan bidin.

Ekîn Ronî: Kîjan çav kamerayê bi kar tîne yan jî kîjan hişmendî ji wê kamerayê dinere û digire, biya min pirsa sereke ev e. Muzîsyenek ji neteweyeke dî çi qadî dikare weke dengbêjekî bibêje? Şer jî wiha ye. Kesên ku şer dikin, dema ku şer bigirin bêhtir dikarin rastiyê nîşan bidin. Ji bo vê jî belge-fîlmên ku Komuna Fîlm a Rojava û em çêbikin, honakên me girîng in. Mînak, li fîlmekî Îranî dinerî, dema ku li girtinê û senaryoyê dinerî, dibêjî ev fîlmê Îranê ye. Lê dema ku tu li girtin û senaryoyê binerî, çawa dikarî bibêjî ev fîlmê Kurdan e? Ew hê tam çênebûe lê hindik maye. Em jî rasterast di nav vî karî de ne.

Ez li vir dixwazim pirsekê bikim. Dema ku hûn dibêjin, ‘fîlmên me’, hûn fîlmê Kurdan an jî yê şoreşê ji kîjan hêlê ve dinirxînin?

Ekîn Ronî:  Îdeolojiyeke me heye; em li dijî pergala zilam-serwer in, em pergala azadiya demokratîk û azadiya jinê diparêzin.  Dema ku em dibêjin ‘em’ ji vê hêlê ve dibêjin, ango ne ya Kurd an jî Tirk, bi wateya neteweya demokratîk em Kurd dibêjin. Sînemaya me sînemaya civakê ye. Mînak li akademîya me 10 kurtefîlm hatin çêkirin. Di nav salekê de mirovên ne ne xwende û ne nivîsde hînî xwendin û nivîsandinê bûn. Senaryoyên xwe nivîsîn û fîlmê xwe girtin. Ev ji nav xwe û bi nirxên xwe çêbû.

Diyar Heso: A rast sînemeya ku em dibêjn ‘a me’ hê di pêvajoya çêbûnê de ye. Teoriyên sînameyê yên ku em red dikin, li dijî hişmendî û bizavan bi çêkirina rêgezên nû an jî bi şikandina zincîrên berê û bi çêkirina yên nû çênabe. Bi demê re wê çêbibe. Derbarê hunerê de rêgezên me yên sereke hene. Huner divê ji nav rastiya civakan were,di çêbûnê de divê xwe bispêrê dîroka gel. Ez dibêjim teoriyeke nû ya sînemayê û hişmendiyeke sînemayê ya li ser bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk tenê bi demê re dikare çêbibe. Hê em li serê rê ne. Lê em dibêjin ji bo sînemagerên alternatîf Rojava xakeke biber e. Ên ku dixwazin bi azadî sînemayê çêbikin dikarin werin vir.

Ekîn Ronî: Di van 20-30 salên dawî de dema ku em behsa Yilmaz Guney dikin, em dibêjin ‘ê me’. Yilmaz Guney hin nirx danîn, fîlm çêkirine û xebat kiriye. Mînak Fîlmê 14’ê Tîrmehê..Ew jî fîlmê me e. Ên ku Kurd in û di nav pergala serwer a Tirk de hunerê dikin. Em ji wan re ti caran ‘ên me’ nabêjin. Dema ku em dibêjin, ‘ên me’ tenê bi wateya nasnameya etnîk nabêjin, em li vir behsa çand, felsefe, şêwaza jiyanê, îdeolojiyekê dikin.

Li Berlînê dema ku organîzasyona fîlman a Kurdan çêdibû derhênerekî got, ‘êdî Kurd ne aksîyonê lê komediyê dixwazin’. Hûn çi dibêjin?

Diyar Heso: Em jî derbarê vê xwedî hişmendiyeke huner, fîlm û sînemayê ne. Bi taybetî jî cihê sînemayê, hêwanên wê, weke berê em dixwazin berfireh be ku gel were cem hev û sînerjiyek were çêkirin. Ne tenê em, li dinyayê gelek hunermendên şoreşger, hunermendên ku naxwazin bibin parçeyek ji sînemayê jî vî şerî dikin. Li dijî sînemaya populer an jî sînemaya metayê divê berxwedaneke mezin were nîşandan. Em jî berpirs in ku bibin parçeyek ji vê, li herêmê em dixwazin bibin pêşengên vê.

Ekîn Ronî: Hin fîlmên me yên ku vê dema dawî me çêkirin li Ewropayê serî li festîvalan dan. Berxwedana 14’ê Tîrmehê yê ku berxwedana Zindana Amedê vedigot, bi gotina ‘pir dirêj e’ hate redkirin. Piştre gotine, ‘em naxwazin bi dewleta Tirk re têkiliyên me xira bibin’ û red kirine. Her wiha Komuna Fîlm a Roajva fîlmek bi mijara şehîdên Kobanê çêkir. Senaryo ya Onder Çapa bû, Şêro Hindê jî derhêneriyê wê kir. Wî fîlmî jî serî li festîvala Elmanya da, ji ber sedemên siyasî nehatiye qebûlkirin. Ên ku ji xwe re piyasa dibêjin, di nav pergala kapîtalîst de, ên ku bi têkiliya sînema û sermiyanê fîlman çêdikin dixwazin hunerê bifiroşin civakê.

Ez dixwazim vê pirsê jî bikim: Di şexsê wan xwendekaran de ku li akademiyê hûn wan perwerde dikin, li ser nêzîkatiya gelên Bakurê Sûriyê ya li ser sînemayê hûn çi dibêjin?

Diyar Heso: Li Qamişlo ji 1930’î ve sînema hebû. 1950’î jî 5 hêwanên wê yên sînemayê hebûn. Piştre rejîma Beas a şoven ev çand her ku çû kêmtir kir. Mînak Hollywood ji bo Kurdan ku nifûsa wê mezin e dublaj nekiriye lê ji ob gelên biçûktir kiriye. Ev nakokiyeke mezin e û di heman demê de qirkirina çandî ye. Şewata li Sînemaya Amûrê hê ji bîra gelê Rojava neçûye. Di nav van xebatan de me xebatên sînemayê kirin. Ne hêsan e ku mirov 12 ciwan qanih bike ku bibin sînemager. Zehmet çêbû ku em ji nû ve sînemageran bigihînin û sînemayên nû vekin. Di fîlmên me yên pêşî de, gel ditirsiya, nedixwestin ku werin. Ev tirs her çendî li paş mabin jî hê jî bi temamî ranebûne. Ev ji bo sînemayê gaveke biçûk bû lê ji bo me gaveke mezin bû. Li Rojava hêviyek bi xwe re çêkir.

Ekîn Ronî: Me fîlmên Charlîe Chaplîn ji bo zarokan çêkir. Zarokan digot, ‘Heval Çarlî’. Li Rojava jî wiha çêbû. Rakirina tiştekî neyênî û avakirina tiştekî nû kedeke mezin dixwaze. Dema ku em digot ‘zarokên xwe bînin sînameyê, em ê li fîlm binerin’ ditirsiyan. Digotin, ‘gelo wê çi bibe, wê dîsa zarokên me bişewitînin?’. Ev meseleke mezin e. Pirs dikirin, ‘fîlm çend deqe ne, wê zû xilas bibe?’’

Li Serêkaniyê stûdyoyên dublajê hatin danîn. Li Dirbesiyê atolyeya hilberîn û çêkirinê ya komunê bi xwe ye. Akademî hatin vekirin, em hewl didin hêwanên berê nûjen bikin. Hêwaneke berê hebû, di dema fîlmekî de ji ber ku dirûşm hatiye berzkirin ev 30 sal in girtî ye. Va hêwan hate vekirin. Li Rojava rewş wiha ye. Piştî şoreşê gel berhemên zarokên xwe dibîne lê rastî jî wiha ne. Pergala Sûriyê qotiyeke girtî ye. Demeke dirê mirov ji her tiştî dûr xistin.

Hûn demekê li Akademiya Yekta Herekol a Rojava man. Dikarin hinekî behsa vê pêvajoyê bikin?

Ekîn Ronî: Ez demekê  li Serêkaniyê mam lê akademî li Dirbêsiyê bû. Wê demê rêya Kobanê nevebûbû. Du kanton li gel ku nêzîh ev bûn jî çûnûhatin nebû. Li Kantona Cizîrê, li bajarokan, li bajaran, li hemû navendan, li hemû deverên ku hunermend lê hebûn me civîn danîn. Me armancên akademiya xwe li her deverê vegot. Me xebat kirin lê ne xebatên akadekîk bûn. Me navê hevrêyê xwe yê hunermen û gerîla Yekta Herekol li akademiyê kir, ku 2004’an ji bo şermezarkirina êrîşên rejîmên yên 2004’an ên bi ser Helebê de û her wiha ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedana xwe dabû ber êgir.

Rojava devereke biçûk e. Li her qadê akademiyek hate vekirin. Li hêla Zeryaya Egeyê dibistanên felsefeyê yên Iyon, manastirên Xiristiyanan, ateşgehên Zerdeştiyan, dibistanên felsefeyê yên Konfûçyuz hene. Ev dibistan, akademî û komunên hunerê, ji bo me, ji bo ku ciwan felsefeya Rêbertî fêhm bikin, lê xwedî derbikevin û bikin huner girîng e.

We bi çend xwendekaran dest pê kir?

Diyar Heso: 2015’an, 11’ê Cotmehê akademî hate vekirin. Bi 54 xwendekaran me dest pê kir. Di qadên muzîk, şano, govend û şêwakariyê de xebat hebûn.

Ekîn Ronî: Di beşa sînemayê de du atolye hatin danîn. Piştre heval derbasî akademiyê bûn. Ji bo sînemayê xebatên ku balê bikişînin hatin çêkirin. Du hevalên me şehîd bûn; Kewar û Dilgeş. Şehîd Dilgeş hevalê pêşî bû ku tevlî akademiyê bûbû. Van hevalan nirx ava kirin. Em 35 kes bûn. Bi vê tempoyê di demeke kurt de wê zêdetir geş bibe.

Li ser têkiliyên Rojava-DYA em pirs bikin, bandora vê ya li qada çand û hunerê çawa ye?

Ekîn Ronî: Şerekî çandî heye. Li vir her kes di nav şerekî wiha de ye ku serweriya xwe deyn, ango ji bo ku çanda xwe ava bike şerek heye. Kî xwe bigihînê civakê, civak bide pey wan ew bi ser dikeve. Mînak têkiliya Amerîkayê ya bi Rojava re.. Meseleya sereke ew ku civakê bidin pey xwe. Ev ê sibe li qadên sînema, akademî, zanîngehê çêbibe. Em jî têdikoşin. Dibe ku îro li dijî DAIŞ’ê em şerê çekdarî didin lê em şerê çandî jî dikin. Em bi hêla şer re di nav şerekî çandî de ne jî. Heke mirov wiha binere, pêdivî bi şervanên baş, bi hunermendên zîrek, şanogeran heye ku bikaribe şerê çandî baş bike. Ji bo vê em dibêjin akademiyên li Rojava û Bakurê Sûriyê hatine danîn girîng e. Civaka çawa ku di qada siyasî-çandî de parastina xwe dike, di hêla çandî de jî pêdivî bi rêxistinî û parastineke girîng heye.