'Navê Reqayê her di guhên min de dikir zinginî'

"Her ku çavê min li avahiyên nava bajêr dikeve, ji xwe dipirsim 'gelo çend jinên Êzidî li van avahiyan dijîn. Gelo çeteyan ew sax hiştine'. Ez dêşim û xemgîn dibim."

Têkoşîn Apocî yek ji şervanên Yekîniyên Jinên Şengalê ye. Tevî  hevalên xwe berî demekê hatin Reqayê û li kêleka şervanên QSD'ê ji bo rizgarkirina vî bajarî şer dikin. Mîna tevahiya civaka Êzîdxanê, di dema fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de 12 kes ji malbata Têkoşîn ketin destê DAIŞ'ê.

Têkoşîn dibêje, "Haya me jê heye ku hin jê hatine kuştin, lê hinek jî em nizanin bê çi bi wan hatiye. Li Reqayê her gavê çavên min li derdorê digere. Mîna ku li bendê me kese ji malbata min derkeve pêşberî min."

Têkoşîn ku berê qet navê Reqayê nebihîstibû tîne ziman, ku bi firotina dotmama xwe û meta xwe wê navî vî bajarî bihîstiye. 

Têkoşîn destnîşan dike, ku navê vî bajarî her tim di guhê wê de dike zinginî û wiha dewam dike: "Dema ku fermandariya me biryar da ku şervanan bişîne Reqayê, ez pir kêfxweş bûm ku bêm Reqayê. Ez hatim, lê niha her ku çavê min li avahiyên nava bajêr dikeve, ji xwe dipirsim 'gelo çend jinên Êzidî li van avahiyan dijîn. Gelo çeteyan ew sax hiştine'. Ez dêşim û xemgîn dibim."

Têkoşîn ji bajarokê Gir Zerikê ye, ku li başûrê Şengalê ye. Têkoşîn dibêje, "Min qet xeyal jî nedikir rojekê ez rahêjim qilêşê û şer bikim. Xweziya min xeyal bikira belkî ev ferman jî nehat serê me."

Di dawiyê de dibêje, "Lê ez kêfxweşim ku îro ez û hevalên xwe li vir in ji bo em bersivê bidin her êş û fermanê.