Koalîsyona Navneteweyî û nûnerên Federaliya Bakurê Sûriyeyê civiyan
Nûnerên Koalîsyona Navneteweyî û nûnerên saziyên Federaliya Bakurê Sûriyeyê li bajarokê Eyn Îsa li hev civiyan.
Nûnerên Koalîsyona Navneteweyî û nûnerên saziyên Federaliya Bakurê Sûriyeyê li bajarokê Eyn Îsa li hev civiyan.
Li navenda Meclîsa Sivîl a Reqayê ya bajarokê Eyn Îsa, nûnerên Koalîsyona Navneteweyî û nûnerên saziyên Federaliya Bakurê Sûriyeyê li hev civiyan. Têkildarî civînê QSD'ê di malpera xwe a fermî de raporek derbarê nîqaşên civînê de weşand.
Li gorî raporê di civînê de nûnerê wezareta karê derve ya Amerîkayê ya kar û barên sivîl a girêdayî Koalîsyona Navneteweyî Alex Star, nûnerê wezareta karê derve ya Amerîka ya kar û barên siyasî Camberley Belley û Fermandarê Hêzên Taybet ên koalîsyonê Colonel Tom Creek amade bûn.
Her wiha nûnerên saziyên siyasî û leşkerî yên Rojava-Bakurê Sûriyeyê jî Şêwirmendê siyasî yê navenda koordînasyona koalîsyona navneteweyî Amed Seydo, Hevseroka MSD′ê Îlham Ehmed, Endamên Rêveberiya MSD′ê Hesen Mihemed Elî û Ebdulqadir Mûhid, Berdevkên ragihandina QSD′ê Cîhan Şêx Ehmed û Telal Silo, Fermandarê QSD′ê Ebdulqadir Hivêdlî, Hevserokên Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa û Şiwax Borsan, Hevserokên Meclîsa Sivîl a Tebqayê Rewşen Ehmed û Ehmed Şeban û Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê Idrîs Mihemed, tevlî civînê bûn.
Di civînê de rewşa bajarê Reqayê piştî rizgarkirina ji aliyên ewlekarî, xizmet û rêvebirinê ve hat nîqaşkirin.
Nûnerên MSD′ê diyar kirin ku MSD′ê nûnertiya siyasî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê û hemû herêmên ku ji aliyê QSD′ê ve têne rizgarkirin dike. Nûneran da zanîn ku Meclîsa Sivîl a Reqayê bi çavdêriya MSD′ê hatiye avakirin û hemû pêdiviyên wê tê bicihanîn.
Her wiha di civînê de destwerdanên dewletên herêmî û hewldana rêjîma Baas a astengkirina Pêngava Rizgarkirina Reqayê hate nîqaşkirin. Her wiha derbarê parastina bajarê Reqayê piştî rizgarkirinê de jî nîqaş hat kirin û hat destnîşankirin ku divê ji bo parastina bajar çek û hemû pêdiviyên leşkerî bêne peydakirin.
Nûnerên MSD'ê daxuyakirin ku divê li hember destwerdanên rêjîma Baas ên li hember herêmên Federal û astengkirina hemleya rizgarkirina Reqayê, bi erka xwe rabe.