Li Reqayê QSD û sivîl hev hembêz dikin

Qêrîna bi Erebî yê zarokê 2 salî ku ji destê çeteyan hatî xilaskirin, di hembêza şervanên QSD’ê de li kuçeyên Reqayê olan da.

Li eniya Reqa 60 roj li pey ma. Hêzên QSD’ê bi pêşengiya YPG-YPJ’ê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin. Dengê hawan, wesayitên bombekirî, moşek û guleyan di nav toz û bêhna barûdê de li kuçe û kolanên Reqayê olan dide. Li devereke ku şer herî giran e jî şervanên QSD’ê ji bo ku sivîlan biparêzin û sivîlên rehîn xilas bikin kêfareteke nedîtî dikin.

Li Reqa şerekî giran heye. Li Reqayê ku keleha DAIŞ’ê bû, hêzên QSD’ê  tişta ne pêkan pêk anîn û bi hezaran sivîl azad kirin. Dema ku vê dike jî operasyonê xwe niqte niqte diyar dike û pêk tîne. Hêzên QSD’ê bajar ji çar aliyan ve dorpêç kirine û ber bi navenda bajêr ve diçin, DAIŞ jî bi êrîşên wesayitên bombebarkirî û bi rehîngirtina sivîlan dixwaze vê pêşveçûnê asteng bike. Li taxên ku têne rizgarkirin pêşî ewlehiya sivîlan tê standin, piştre mayin têne paqijkirin. Li cihên ku mayin têne paqijkirin mewzî têne asêkirin û êrîş têne pûçkirin. Bi pêşengiya YPG-YPJ’ê li Reqayê şerekî stratejîk tê meşandin ku wê derbasî dîrokê bibe. Di vî şerî de ku ev 60 roj in didome têkiliya DAIŞ’ê bi bajarên derdorê re tê birîn û berxwedaniya wê tê şikandin.

ARMANCA SEREKE XILASKIRINA SIVÎLAN E

Di van sê heftiyên dawî yên dorpêçkirina Reqayê de hêzên QSD’ê ji korîdorên ku çêkirine bi hezaran sivîl ji jêrzemînên navenda bajêr û ji taxên ku ji DAIŞ’ê hatine standin têne xilaskirin û li herêmên ewle têne bicihkirin. Sivîl car caran bi komên mezin û car caran bi komên ji 3-5 kesan pêk hatî xwe digihînin cihên ewle.

Li Reqayê piraniya kesên ku divê werin rizgakirin û li benda rizgarkirinê de jin û zarok û yixtiyar in. Heta niha hêzên QSD’ê gelek operasyon kirin bi mebesta ku sivîlan rizgar bikin û heta niha di van operasyonan de ti sivîl jî bi giranî birîndar nebûye. Çeteyên DAIŞ’ê bi ser jêrzemînên ku sivîl lê dimînin hawanan davêjin, moşekên ku şewatê çêdikin davêjin û bi vî rengî hem êşeke nedîtî bi mirovan didin jiyîn û hem jî dixwaze li Reqayê kaosê çêbike.

Di operasyonên bi ser DAIŞ’ê de û bi operasyonên şevê de DAIŞ sivîlan ji xwe re dike mertal ji bo vê jî operasyon bi taybetî bi şevê bi giran dimeşe.

Çeteyên DAIŞ’ê dema ku sivîl dixwazin ji bajêr derkevin êrîşê bi ser wan de dibin, heta niha çend sivîl bi van êrîş, mayin û bomeyan hatine kuştin nayê zanîn. Sivîlên ku ji hêla QSD’ê ve hatine rizgarkirin pêşî wan dibin herêma alîkariya lezgîn û piştre jî li nexweşxane û kampan têne bicihkirin.

 ‘MISILMANÎ WIHA NABE’

Du yixtiyarên bi navê Mihemed Hemdanî Hemdan û Ibrahîm Hesen Mustafa ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, bi çavê bi girî dema ku şervanên QSD’ê hembêz dikin dibêjin, ‘’Dînê van cinawiran ne Îslam e. Ji van bawer nekin, Misilamanî wiha nabe, ev barbar in.’’

Hemdanî Hemdan wiha dibêje: ‘’Em ji xwe re kirin mertal. Çete sivîlan didin pêş xwe û wiha şer dikin. Em ji bo ku xwe bigînin wê bi rê ketin. Çeteyekî berê çekê da me. Me meşa xwe domand. Me got an em ê bimirin an jî xilas bibin. Dengê şervanên QSD’ê dihate me, ji bo me çi ji destê wan dihat dikirin. QSD’yiyan dawiya dawî çete şikandin û xwe gihandin me, êdî serfirazî ya me bû em kêfxweş bûbûn.’’

Ibrahîm Hesen Mustafa jî got: ‘’Mala xwedê ava, em gihaştin we. Gelek zilm li me kirin. Em birçî hiştin, êşkence li me kirin, em tî man, cenazeyên zarokên me li ber çavên me hiştin. QSD hat em hembêz kirin. Rih dane me, em pir kêfxweş in ku em li cem QSD’yiyan in. DAIŞ’ê êşkence li me kir, em tim li bendê bûn ku werin rizgakirin. Ti têkiliya DAIŞ’ê bi Îslamê re nîn e. Misilmanî ne ev e, ji van bawer nakin, ev cinawir in.’’