Operasyona Reqa: Taxa El-Kerîm hate rizgarkirin
Di şer û pevçûnên ji duh êvarî heta niha de, taxa El-Kerîm a dikeve bakûr rojavayê bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, 16 çete hatin kuştin.
Di şer û pevçûnên ji duh êvarî heta niha de, taxa El-Kerîm a dikeve bakûr rojavayê bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, 16 çete hatin kuştin.
Di pêşveçûna şervanên QSD’ê ya di bajarê Reqayê de, gelek gav tên avêtin. Di van 2 mehan de şervanan gelek derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin. Zêdetirî nivê bajar hate rizgarkirin.Her weha bi hezaran sivil ji çembera çetan rizgarkirin û derbasî herêmên bi ewle hatine kirin.
Di şer û pevçûnên ji duh ve şervanên QSD′ê li bakûrê rojavayê bajar, bi taybet li taxa Nahda û Berîdê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin. Di şerê li vê herêmê rû da de, taxa El-Kerîm bi temamî hate rizgarkirin û 11 çete hatin kuştin.
Li taxa Rewda jî şer û pevçûn berdewam in, şervanan êrîşa komeke çeteyan a li ser herêma rizgarkirî têk birin û di encamê de 5 çete hatin kuştin.
Di saetên ber sibehê de jî, şervanan li taxa Diriyê hejmarek sivîl ku di nav wan de birîndar jî hebûn, rizgar kirin.
Şervanan birîndarên sivîl rakirin nuqteyên tenduristiyê.