Cenazeyê Fadî Mirî li Minbicê hate veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Fadî Mirî ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristanê veşartin.
Welatiyên bajarê Minbicê Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Fadî Mirî ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristanê veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Fadî Mirî ji Nexweşxaneya Firatê ya bajêr wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a dikeve başûrê bajêr ve ketin rê.
Li goristanê ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Serhildan Ehmed sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got; "Pêwîst e gelê herêmê li hember êrîşan û destwerdanên derve li ber xwe bidin û destûr nedin ku Erdogan û DAIŞ axa wan dagir bikin."
Her wiha Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku ew amade ne bersiva êrîşên dijmin bidin û gelê xwe biparêzin. Her wiha Ebû Emced soza şopandina rêya şehîdan nû kir.
Piştre nasnameya şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minicê hate xwendin, radestî malbata wî hate kirin û cenazeyê Fadî Mirî li goristanê hate veşartin.