Di navbera Quseyî M. Elî wî û mala wî de 200 Metro hebûn, li rojhilatê taxa Nezlet Alşihadê (başûrê rojavayîê Reqa) şerekî dijwar diqewimî, dengê guleyan dihat, Quseyî ev du sal in li dijî DAIŞ’ê şer dike. Li gelek deverên ji çeteyan rizgarbûyî di nav QSD'ê de cihê xwe girtê ye, çîroka Quseyî ji çîroka hemû şervanên QSD'ê ne cudatir e, ew jî berî du sala li bajarê Reqayê bûye, DAIŞ birayê wî jê biçûktir dibe û serjê dike û birayê wî yê din jî dibin heta niha tu agahî li ser nînin. Qusayî ev bûyer bi kelecaneke mezin digot heta diricifî jî, dema min jêpirsî. Tu hatî tola birayê xwe hilînî û mala xwe rizgarbikî? Got "na gelek xortên weke birayê min bi destê DAIŞ’ê hatin serjêkirin û hemû malên me dagir kirin, raste kîna min bi taybet li hember van hovan heye, lê ez ji bo hemû xelk û malên Reqayê li vir im"
Em nû gihiştibûn taxa Nezlet Alşihadê. Ev tax li gorî xelkê xwe ji me re gotî neşteciyên xwe dewlemend bûne, û kesên parsek jî dihatine li taxê disekinîne. Heta navê xwe bûye Nezlet Alşihade(serbajêra parsekan. Nîvroj bû hewa pir germ bû, germahî ez dibim 45 pîle bûn. Me nuqteya Quseyî derbas kir, em çûn nuqteyeke pêş, em derbas bûn û pişt me re dengê guleyeke sekvan hat. Dengê şervanekî QSD'ê ji jêr hat ku çeteyan bi sekvan gule li piyê wî xistine. Birîna xwe sivik bû, rakirin nexweşxanê di vê navberê de şerek derket, gor şervanan ji me re gotî ew sekvanê DAIŞ xwe li nêzî wan bi cih kiribû û hat kuştin.
Taxeke mezin e, DAIŞ di her derê taxê de mayin çandine, liv û tevger qet ne hêsane , şer li her derê taxê derket. Ser bêtêlê deng dihat ku derdora sed sivîl ji taxê rizgar bûye û zêdeyî 10 çete hatine kuştin, belafirên koalîsyonê jî wan jî qazan bi ser DAIŞ’ê de avêtine. Dûxan bi ser taxê ketibû, germahiya hewayê û ya şervanan ketibûn navhev, jixwe şerê bajêr du meh li pişt xwe hiştine û zêdeyî nîvî bajêr hatê rizgarkirin, heta vê kêliya vê nivîsê dinivisînim li her çar aliyên bajêr şer diqewime gorî agahî tên pêşketinên mezin hene.