Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topan davêjin herêma Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên dûvikê wê, êrîşên xwe yên li hemberî herêma Efrînê didomînin.

Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, duh bi şev saet di 01:00 de bomberdûman li gundên Merînaz, Qestel Cîndo û Celibirîn ên navçeya Şerawa ya Kantona Efrînê kirin. Bi qasî 30 top li herêmê ketin, li ser windahî û ziyana madî agahiyek bi dest neket.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, her roj bombeyan li gundên navbera Kantonên Efrîn û Şehbayê dibarînin û bi çekên giran guleyan direşînin. Ji ber bomberdûmanê xisareke mezin a madî li mal û milkên gelê herêmê dibe.