Kantona Şehbayê hate îlankirin

Meclîsa Rêveber a Herêma Şehbayê, Kantona Şehbayê ya girêdayî Herêma Federal a Efrînê bi awayekî fermî îlan kir.

Meclîsa Rêveber a Herêma Şehbayê, bi beşdariya encaman ve daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de Kantona Şehbayê ya girêdayî Herêma Federal a Efrînê bi awayekî fermî îlan kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

″Piştî ku 6 sal di ser şoreşa Sûriyeyê re derbas bû û gelek pirsgirêkên ku ji ber sîstema Baasê asê mabûn, gelek ziyan gihîşt herêmên Sûriye, bi hezaran kes hatin kuştin û bi milyonan jî koçber bûn. opozisyona Sûriye ya girêdayî ajandayên siyasî yên herêmî û navneteweyî jî, şirîkên rûxandina civaka Sûriye û afirnadina tevlîheviyane.

Bi destpêkirina şoreşa 19′ê Tîrmeha sala 2012′an re, sîstema Rêveberiya Xweser li hersê Katonên Kobanê, Efrîn û Cizîrê hat ragihandin û di qadên siyasî, civakî, aborî û parastinê de gelek serkeftin hatin bidestxistin. Ev sîstem ji aliyê dewletên navneteweyî ve hat destekirin, ji ber wekî çareseriya herî guncaw a çareserkirina aloziya Sûriye hate dîtin.

Piştî ragihandina sîstema Federaliya Bakurê Sûriye ku li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin, nûnerên herêmên Şahbayê di Meclîsa Damezrêner a sîstema Federal de hebûn. Dema ku beşek ji herêmên Şahbayê ji komên çete hate rizgarkirin, Meclîsa Rêveberiya herêmên Şahbayê hate avakirin û ev zêdeyî salekê ye ku şêniyên herêmê bi xwe herêma xwe birêve dibin.

Li gorî biryara ku di 3′emîn civîna damezrêner a Meclîsa Federaliya Bakurê Sûriyeyê de hat girtin, em avakirina Kantona Şahbayê îlan dikin.″