YPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê û şervanekî li çiyayê Kizwanan dema bi erka xwe radibû di qezayekê de şehîd bû, eşkere kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat ragihandin, şervanên wan di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de li her aliyên bajêr her bi pêş ve diçin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di navbera 30'ê Tîrmehê û 5'ê Tebaxê de 5 hevrêyên me yên li Reqayê şer dikirin, gihîştin şehadetê. Hevrêyê me Elî Ereb jî, ku li çiyayê Kizwanan bi erka xwe radibû, ji ber qezayekê şehîd bû."

Di daxuyaniyê de hemû şehîdên şoreşê hatin bîranîn, sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê leheng re hate xwestin û hat gotin, "Bîranîn û têkoşîna şehîdan ji bo me sedema serketinê ye."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

 

 

Nasnav: Bêjan Tiwêna

Nav û Paşnav: Samî El Yunis

Navê Dayikê: Şaha

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê, Gundê Tiwêna

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 2 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Bêkes Qamişlo

Nav û Paşnav: Basil Hesen

Navê Dayikê: Qahîre

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Elî Ereb

Nav û Paşnav: Mehmûd Hisên

Navê Dayikê: Qedriye

Navê Bav: Casim

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Çiyayê Kizwanan / 4 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Hêlîn Cudî

Nav û Paşnav: Rabîa Şat

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Orhan

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 30 Tîrmeh 2017

 

 

Nasnav: Mehmûd Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Ibrahîm El Ebud

Navê Dayikê: Wedha

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 5 Tebax 2017

 

 

Nasnav: Rênas Hol

Nav û Paşnav: Hisên Ehmed

Navê Dayikê: Fida

Navê Bav: Xelîf

Cihê Ji Dayikbûnê: Hol, Gundê Şelala

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tebax 2017