Cenazeyê Mezlûm û Çarçela hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrîn û herêma Şehbayê cenazeyên Mezlûm Ezaz û Çarçêla Çiya bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Ehrez a girêdayî herêma Şehbayê hate veşartin.
Welatiyên Kantona Efrîn û herêma Şehbayê cenazeyên Mezlûm Ezaz û Çarçêla Çiya bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Ehrez a girêdayî herêma Şehbayê hate veşartin.
Şêniyên Kantona Efrîn û herêma Şehbayê cenazeyên Mezlûm Ezaz û Çarçêla Çiya ku di berxwedana li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne, bi merasîmekê veşartin.
Bi sedan şêniyên Kantona Efrîn û herêma Şehbayê yên girêdayî herêma Federal a Efrînê, cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Cewad Hisên (Mezlûm Ezaz) û şervana YPJ′ê Heyat Elo ku di berxwedana li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê de şehîd bûne, ji Nexweşxaneya Avirîn wergirtin û li goristanên Şehîd Refîq û gundê Ehrezê veşartin.
Li goristana Şehîd Refîq a dikeve gundê Metîna ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê Cebhet El-Ekrad Ebû Xelîl û Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Sureya Hebeş axivîn, bal kişandin ser rola pêşeng a şehîdan a rizgarkirina ji sîstemên desthilatdar û soza şopandina rêya wan dan.
Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd Çarçêla li goristana Şehîd Refîq û cenazeyê şehîd Mezlûm jî li goristana şehîdan a navçeya Ehrezê ya girêdayî herêma Şehbayê hatin veşartin.