Pêngava rizgarkirina Reqayê: Bi dehan sivîl hatin rizgarkirin
Tîmên Taybet ên QSD'ê li Reqayê bi dehan sivîl rizgar kirin. Di vê oxirê de 2 şervan birîndar bûn. Li bajêr di şer de 16 çete hatin kuştin.
Tîmên Taybet ên QSD'ê li Reqayê bi dehan sivîl rizgar kirin. Di vê oxirê de 2 şervan birîndar bûn. Li bajêr di şer de 16 çete hatin kuştin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh bi şev li taxa Nezlit Şehadê ku li başûrê Reqayê ye, derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê kirin. Di encamê de 7 çete hatin kuştin.
Li heman taxê, sivîlên asê ma bûn xwestin xwe bigihînin herêmên rizgarkirî yên di kontrola QSD'ê de ne, lê ketin kemîna mayinên çeteyan. Tîmên taybet ên QSD'ê li ser vê yekê ketin nava liv û tevgerê û bi dehan sivîl rizgar kirin. Di oxira rizgarkirina sivilan de, du şervanên QSD'ê birîndar bûn û sivîl bi selametî gihîştin cihên bi ewle.
Li taxa Reqa ya Berê jî, di şer de 5 çete hatin kuştin.
Li baskê bakur rojavayê bajêr li taxên Berîd û Nehdayê, di şer de 4 çete hatin kuştin.