Klara Reqa: Em xeyalekê pêk tînin

‘’Artêşeke me ya ji şervanan pêk hatî heye kul i dijî revdeyeke wiha li gel xwe dixwaze her tiştî bikuje, jiyanê diparêze û ji bo jiyana sivîlan xwe feda dike. Helbet em ê bi ser bikevin.’’

Li Reqayê şer 2 meh li pey xwe hiştin. Yek ji fermandara ‘Şerê Mezin’ Klara Reqa rewşa dawî ji rojnameya me re nirxand û got di nav 1-2 mehande ew ê mizgîniya azadiyê bidin gelan.

Operasyonên ku QSD ji bo Reqayê ji DAIŞ’ê paqij bike bi navê ‘Şerê Mezin’ dayî destpêkirin du meh li pey xwe hiştin. Şervan li eniyên rojhilat, rojava, başûr û bakur bi pêş ve diçin, mirov dikare bibêje şervanên QSD’ê gav bi gav bajêr ji DAIŞ’ê rizgar dikin. 9 tax, gelek cihên stratejîk ên ku DAIŞ lê bi cih bûne û bi hezaran sivîl hatine rizgarkirin.

Li taxên Rewda, Reqaya Berê, Hişam Ebdulmelîk, Nezlit Şehadê û El Berîd ku hatine ber rewşeke krîtîk şer didome. Bi kontrolkirina van taxan re jî hêza êrîşê ya DAIŞ’ê bi piranî wê were şikandin.

Yek ji fermandara QSD’ê ya li eniya Reqayê Klara Reqa derbarê şerê navbajêr, taktîkên DAIŞ’ê, rewşa sivîlan, hatine YJŞ’ê û bi şehîdên xwe behsa rewşa ‘Şerê Mezin’ kir:

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku me jê re ‘Şerê Mezin’ got du meh li pey xwe hiştin. Pêngava me li gor plan û armancên me bi serketineke mezin didome. Şerê navbajêr bû. Şerê navbajêr naşibe şerê li eraziyê. Divê taktîk û şêwazên nû werin diyarkirin. Bi ser de em behsa Reqa dikin ku xwedêgiravî ‘paytext’a çeteyan e. Bi salan e xwe ji vî şerî re kar dikirin van çetayan.

We beriya niha bigota kê wê biçin Reqayê wê bigotana, ‘ev xeyal e’. QSD, YPG-YPJ ev xeyal bi berdêleke mezin kire rastî. Niha 50 ji 100’î yê bajêr hatiye rizgarkirin. Hedefa pêşî dorpêçkirina bajêr bû. Reqa pêşî hate dorpêçkirin. Bi vî rengî gav bi gav bi pêş ket pêngav. Em ketin gelek taxan. Niha gelek deverên ku çeteyan ji xwe re kiribûn navend di destê hêzên me de ne.

Şerê bajêr naşibe ti şerî. Divê mirov pir hesas, gav bi gav biçe. Mînak, heke xaniyekî bilind di destê mirov dibe ji bo ku mirov serwer bibe pir girîng e.

Em QSD hema hema rojane agahiyan bi raya giştî re par ve dikin. Hemû raya giştî dizane ku çete bi taybetî mayinan dayîne, tûnelan çêdike û kemînan li ber me datîne. Em ji bo ku tilîka şervanekî me jî neçe bi rengekî hesas hewl didin birêxistin bibin, bixebitin. Em dizanin ku li derve gelek mirov dibêjin çima bi giranî bi pêş ve diçin. Em dizanin ku xebatên propagandayê jî dikin. Em dizanin ku gelek hêz li bendê ne ku em bi ser nekevin.

HEWLDANÊN BÊHÊZKIRINÊ PÛÇ BÛN

Beriya ku pêngav dest pê bike hevalên me di êrîşa dewleta Tirk a bi ser Qereçoxê de şehîd bûn. Artêşa Tirk ji Til Ebyadê xwest bikeve nav xaka me. Piştî ku tiştên ku dixwestin li Minbiç û Babê nikarîbûn pêk bînin, xwestin ku li Efrînê pêk bînin. Bi êrîşa li ser Efrînê bi taybetî serneketina pêngava Reqayê ji xwe re kirin armanc. Lê tişta ku hesab nekirin ew bû ku bi êrîşan em bê hêz nabin, berevajî em xurt dibin. Hîsên me yên tolhildanê geş dibin.

Li gel hemû êrîş û kampanyayên reşkirinê gelên me li gel şervanên xwe sekinîn, ku şer dikin, berdêl didin, gi germahiya çolê de tî birçî dimînin. Gelê Ereb li me xwedî derket, ciwan tevlê bûn. Pêngava me pir xurt bû. Ango hemû hewldanên dijminên me pûç bûn.

LI BARA SIVÎLAN EM BERPIRS IN

DAIŞ sivîlan ji xwe re dike mertal. Nabêje ev jin e ev zarok e. Ez dixwazim mînakeke lehengiyê ya beriya bi çend rojan bidim. Du hevalên me yên ku di tîma xilaskirinê de şehîd bûn. Çeteyan wesayita bombekirî bi ser sivîlan de şandin. Şervanên me jî dema ku sivîl rizgar dikirin şehîd bûn.

Çete sivîlan dikine mertal ev jî nîşan dide ku çete êdî ber bi xilasbûnê ve diçin. Em behsa hişmendiyeke wiha dikin li ber mirinê jî hewl didin ku ziyanê bidin sivîlan. Carinan li şûna 2-3 wesayitên bombekirî DAIŞ’iyên ku bombe bi xwe ve kirine hewl didin ku êrîşê bînin. Şervanên me piraniya van êrîşan pûç bikin. Artêşeke me ya ji şervanan pêk hatî heye ku li dijî revdeyeke wiha li gel xwe dixwaze her tiştî bikuje, jiyanê diparêze û ji bo jiyana sivîlan xwe feda dike. Helbet em ê bi ser bikevin..

BILA PÊNGAV BI DERENGÎ BIKEVE LÊ BILA TIŞTEK BI SIVÎLAN NEYÊ

Sedema ku pêngava me van rojên dawî hinekî giran dimeşe ew e ku DAIŞ’ê êrîşê bi ser sivîlan de nîn e. Helbet, me korîdor vekir. Ekîbeke me hemû rêyan ji mayin û kemînan paqij dike. Lê tengezariyê wiha hene ku gelek çete hene ku xwe dixin nav sivîlan û xwe dixin rengê jinan. Di vê babetê de tîmên me bi hesasî tevdigerin.

Helbet, ji hêla psîkolojîk ve zorê dike. Li hêlekê hevalên te şehîd dibin û li hêla dî jî tu cenazeyên zarokan dibînî.. Dîsa jî hêzên me bi semax tişta ku ji dest tê dikin. Nêzîkatî wiha ye; bila pêngav bi derengî bikeve lê em jiyaneke bidin wan zarokan ku hê lîstikên xwe nelîstine. Hin jê hê nizanin navê dê û bavê xwe jî bibêjin, pitik in. Em jiyaneke xweştir deyndarî van zarok û pitikan in. Zaro, jin, pitik ferq nake, ewlehiya jiyanê ya mirovên me ji zû meşandina pêngavê girîngtir e.

HATINA YJŞ’Ê YA LI REQAYÊ

Bi alîkariya gelek hêzan pêngav heta bi îro hat. Di daxuyaniya pêşî ya QSD’ê de jixwe me gotibû. Lê di van heftiyên dawî de tevlêbûneke dî çêbû ku bi me pir watedar  û pîroz e. Ew hatina wan hevalên me yên şervanên jin ên Êzîdî, YJŞ bûn. Ji ber ku li Reqayê gelek jin, zarokên ku em hijmara wan nizanin zillm, zorî, dijûn, tacîz, tecawiz, êşkence li wan hate kirin û gelek hatin kuştin. Gelek ji wan jî li Reqayê hê jî dîlgirtî ne.

Şervanên YJŞ’ê yên ku hatine Reqayê di eniyên pêş de bi vîneke mezin şer dikin. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê tolhildana mezin ev e. Ev çeteyên bi hişmendiya serdema navîn xakê, jin û zarokan weke xenîmetê dibîne. Li Şengalê, li Kobanê ev kirin.

Lê di şexsê YPJ-YJŞ’ê de jinan zincîrên koledariyê şikandine. Ji bo vê me got watedar û pîroz e. Ne li bendê de ku bira, bav an jî mêrek biçe jinan xilasa bike, ew pêşengiyê dike.

Me YPJ’ê di destpêka pêngavê de got: ‘’Kuçe, kelehên Reqayê ku jin lê hatine zincîrkirin, firotin wê bi destê jinan were hilweşandin. Hişmendiya DAIŞ’ê wê were têkbirin. Û jin li Reqayê wê jiyanê biafirînin.’ Bi hatine YPJ’ê û YJŞ’ê em ê soza xwe bi cih bînin.

BI ŞEHÎDÊN ME YE

Pêngava Reqa bi şehîdan hate îro. Hevalên me yên fermandar şehîd bûne. Hevrê Şevîn fermaneke me ya pêşeng bû. Tevlêbûna wê, berxwedana wê, fedekariya wê ya di jiyanê de û giyanê hevrêriya wê ji me re weke şêwaza jiyanê mîrate maye.

Hevrêya me Sozdar..Hevrêyeke me pir qedirbilind bû û ji berê di nav tevgerê de bû. Daxwaza wê ya şerkirina li dijî DAIŞ’ê kir ku mezwiyan biçe ser mewizyan. Her çendî me jê re digot li paş bimîne jî digot, ‘na, divê ez li cem hevalan bim’ û tim li pêş bû. Bi van jinên qedirbilind û hevrêyên me yên şehîd ev pêngav heta bi îro hatiye. Divê ev neyê jibîrkirin.

DI NAV 1-2 MEHAN DE EM Ê MIZGÎNIYÊ BIDIN

Di encamê de li gor plansaziya xwe em gihiştin armancên xwe. Di beşê mayî de jî ne propagandaya reşkirinê ne êrîşeke dî nikare me bide rawestandin. Bi hêza ku em ji şehîdên xwe, ji kenê zarokê û gelê xwe distînin di nav 1-2 mehan de emê mizgîniya rizgariya tevahiya Reqayê bidin.

 (*) JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA