Cenazeyê şervanê YPG’ê Hesen hate veşartin

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG′ê Basil Hesen (Bêkes Qamişlo) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG′ê Basil Hesen (Bêkes Qamişlo) ê ku 3′yê Tebaxê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Osman axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina têkoşînê heta avakirina jiyana azad û aşitiyane da.

Şervanê YPG′ê Mihemed Zêdan jî diyar kir ku ew roj bi roj nêzî rêya rizgarkirina gelan ji zilmê dibin û soza tolhildanê da.

Li ser navê malbata şehîd, apê wî şêxê êla Tey a Erebî, Hesen Ferhan Ebdulrehman diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û got ku di şerê li dijî terorê de, gelek cangoriyên azadiyê canê xwe feda kirin. Her wiha anî ziman ku ew amade ne tola şehîdên xwe hildin û civakeke azad ava bikin.

Di dawiya merasîmê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

 Cenazeyê şervanê YPG’ê bi dirûşim û tilîliyan hate veşartin.