Artêşa Tirk gundên Şehbayê topbaran dike
Êrîşên artêşa Tirk a bi ser herêma Şehbayê de didome. Vê sibehê artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve gundên Şehbayê dane ber bombeyan.
Êrîşên artêşa Tirk a bi ser herêma Şehbayê de didome. Vê sibehê artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve gundên Şehbayê dane ber bombeyan.
Li gorî nûçeya ajansa Hawar (ANHA) yê, îro di seat 09:10'an de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagiker li ser gund û herêmên Şehbayê geriyan. Piştre artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê herêmn Şehbayê divan kêliyan de topbaran dike.
Topbarana artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê didome. Li aliyê din balafirên keşfê jî li ser herêmên Şehbayê digerin.