Operasyona Reqayê di roja 64'an de ye

Operasyona Rizgarkirina Reqayê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) roja 6'ê Hezîranê dest pê kir, di roja 64'an de ye.

Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên ANF'ê yên li Reqayê ve hatin ragihandin, bi taybetî li taxa Hîşam Bîn Ebdulmelîkê şerekî giran diqewime.

Li taxa Nezlet Şehadê ya li başûrê Reqayê jî, di şerê duh bi şev de 5 çete hatin kuştin.

Li taxa Reqa Berê ya li rojhilatê bajêr, 3 çete duh bi şev hatin kuştin ku yek jê sekvan bû. Her wiha li heman taxê, çeteyan hewl dan bi wesayiteke bombebarkirî êrîşî çeperên şervanên QSD'ê bikin. Wesayit berî bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hate rûxandin.

Li taxa Hîşam Ebdulmelîk a li başûr rojhilatê bajêr jî, ku şer hê lê dewam dike, 8 çete hatin kuştin.

Ji duh ve bi giştî 17 çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê hatine kuştin.

Zêdeyî nîvê Reqayê ji çeteyan hatiye paqijkirin.