GIRÊ SPÎ
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî, Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Girê Spî Hemdan Ebd û ji Rêveberên TEV-DEM`ê Selahedîn Firat, di merasîma 3 şervanên QSD`ê de Elî Meîdî, Mihemed Elî û Mihemed Elî Sîfo de amade bûn.
Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên Erka Xweparstinê ve destpê kir. Piştre jî Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Abdullah axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Her wiha Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Girê Spî Hemdan Ebd jî axivî, behsa rola hêzên hevbeş a pêngava rizgarkirina Reqayê û rizgarkirina bi hezaran sivîlan, kir.
Di berdewamiya merasîmê de, Endama Kongreya Star Dîlan Mûstefa axivî û sersaxî ji malbatên her 3 şehîdan re xwest û beşdarbûna her sê malbatan di nava Saziya Malbatên Şehîdan, pîroz kir.
Piştî axaftin bi dawî bûn, cenazeyê her 3 têkoşeran bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re, hatin veşartin.
QAMIŞLO
Li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo jî cenazeyên 2 şervanên YPG û YPJ`ê yên ku di Pêngava Rizarkirina Reqayê de, şehîd bibûn hatin veşartin.
Bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan û tilîliyên dayikan re, bi sedan welatiyên Kantona Qamişlo cenazeyên şervanê YPG`ê Riyad Xelîl Emîn (Eyaz Qamişlo) ê ku di 14`ê Tebaxê de û şervana YPJ`ê Canor Kaya (Sara Nûda) a ku di 13`ê Tebaxê de şehîd bibûn, wergirtin û bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan, Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo.
Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Elî Reş axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Elî Reş got ku bi saya şehîdan civaka Rojava û Bakurê Sûriyeyê ber bi civaka azad, demokratîk û federal ve diçe.
Ji Fermandarên YPJ`ê Evîndar Serhed jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û careke din soza şopandina rêya şehîdan da.
Her wiha li ser navê malbata şehîd Eyaz Qamişlo, kurê apê wî Ela Emîn axivî û sersaxî ji hevreyên wî û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê re xwest.
Piştî axaftin bi dawî bûn, Endama Meclîsa Malbata Şehîdan Hemrîn Hisên nasnameya şehadeta şehîdan xwend û radestî malbatên kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dûrişmeyên”Şehîd Namirin” ve hatin veşartin.