Artêşa Tirk û çeteyên wê sûka Cerablûsê şewitandin
Sûka Cerablûsê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate şewitandin. Her wiha çeteyan bi darê zorê gelek kes koçber kirin û li malên wan bi cih dibin.
Sûka Cerablûsê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate şewitandin. Her wiha çeteyan bi darê zorê gelek kes koçber kirin û li malên wan bi cih dibin.
Kiryarên hovane yên komên çete yên artêşa Tirk a dagirker, ên li herêmên Şehbayê yên dagirkirî, koçberî, hilweşîn û şewitandina malan didomin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmê, li dijî derketina dikandarên li sûkên ên li dijî kiryarên komên çete yên mîna talan, revandin, bi çekan tevgerkirinê, komên çete agir berdan sûkê.
Koma çete ya bi navê Lîwa Sûltan Mihemed Fatih jî bi darê zorê, şêniyên gundekî Ereban a bi navê Fîxe ya gundewarên rojhilatê Helebê, koçber kirin da ku malbatên xwe lê bi cih bikin.
Her wiha 4 kesên ji serçeteyên komên Lîwa daxwaza malên xwe kirin, hatin revandin û nayê zanîn birine kû. Gudiyan diyar kirin ku kesên ku daxwaza malên xwe kirin, ji ber sûcê sîxûrên rejîma Sûriyeyê bûn hatine revandin.