Li Efrînê cenazeyên du şervanên azdiyê hatin veşertin

Şêniyên Herêma Efrînê cenazeyên şervanekî YPG’ê û şervanekî Artêşa Şoreşgeran, li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Matîna ya navçeya Şera veşartin.

Bi hezaran şêniyên Kantona Efrîn û Şehbayê yên Herêma Efrînê, şervanên YPG/YPJ’ê, Artêşa Şoreşgeran, Hêzên Taybet, Cebhet El-Ekrad, serok û endamên desteyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, cenazeyê şervanê YPG`ê Egîd Şêxo (Egîd Dilxwaz) ê ku di 15`ê Tebaxê de li gundê Merenaz û cenazeyê şervanê Artêşa Şoreşgeran Ebû Mihemed (Emîn Qezaz) ê ku di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 15`ê Tebaxê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Avrîn a Herêma Efrînê wergirtin û bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Refîq.

Li goristanê, şervanên YPG û Hêzên Taybet ên Erka Xweparastinê, li gel deqeyek rêzgirtinê merasîmek leşkerî lidar xistin.

Piştî merasîmê, ji Fermandarên Artêşa Şoreşgeran Dilşêr, ji Rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Îbrahîm Xelîl, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê ya bajarê Efrînê Fîdan Hekmo, li ser navê malbata şehîd Qezaz, xizmê wî Ebû Xiyas û li ser navê malbata têkoşer Dilxwaz, Mihemed Şêxo, axivin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hat destnîşankirin ku artêşa Tirk a dagirker nikare herêmê dagir bike, ji ber têkoşerên wekî Egîd û Ebû Mihemed wê li pêşiya wan bisekinin.

Her wiha axafitvanan tekez kirin ku şervanên YPG/YPJ û Artêşa Şoreşgeran wê tolhildana herdu şehîdan rabikin û wê tevahiya Kantona Şehbayê ji çeteyan û dagirkeran rizgar bikin.

Piştî axaftinan, nasnameya herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşman ve hatin veşartin.