Fermandarê QSD’ê: 14’ê Tebaxê me derbeke giran li DAIŞ’ê xist

Fermandarê Eniya Rojhilat ê QSD’ê Reqa diyar kir wan êrîşa 14’ê Tebaxê ya çeteyên DAIŞ’ê pûç kirine û ji 300’î zêdetir çete kuştine.

Fermandarê QSD′ê yê eniya rojhilatê Reqayê Azad Reqa destnîşan kir ku şervanên QSD′ê êrîşa çeteyên DAIŞ′ê ya roja 14′ê Tebaxê ku ji bakurê Reqayê heyanî başûrê wê dest pê kiribû, hatiye pûçkirin û derbên giran li wan xistine.

Çeteyên DAIŞ′ê roja 14′ê Tebaxê bi awayekî dijwar êrîşî şervanên QSD′ê kirin. Derbarê vê êrîşê de Fermandarê QSD′ê yê eniya rojhilatê Reqayê Azad Reqa ji ANHA′ê re axivî û encama şerê giran ê qewimî, vegot.

Azad Reqa di destpêka hevdîtinê de wiha got: ʺPiştî ku me bajarê Reqayê xiste nav xelekê de û gelek taxên bajar rizgar kirin, çeteyên DAIŞ′ê roja 14′ê Tebaxê serê sibehê ji xetên bakurê Reqayê heyanî başûrê bajêr, grûbên xwe belav kiribûn û bi dijwarî êrîş anîn. Di vê êrîşê de hem wesayetên bombebarkirî bikar anîn, hem jî êrîşên xwekujî pêk hatin. Ji bakurê Reqayê heyanî başûrê wê şer bi giranî rû da. Li hinek aliyan, şer heyanî nîvro û li hinek aliyan jî heyanî êvarî berdewam kir. Di roja yekem de çeteyan derbeyên giran xwarin û termên wan ketin destê şervananʺ.

Azad diyar kir ku çeteyên DAIŞ′ê roja 15′ê Tebaxê jî, li hinek aliyan êrîş anîne û xwestin termên çeteyên xwe bigrin. Şervanan roja duyemîn bersiva wan dan û nikarîbûn termên xwe bigrin.

Azad di berdewama axaftina xwe de êrîşa çeteyên DAIŞ′ê ya 14`ê Tebaxê wiha nirxand: ʺÇeteyên DAIŞ′ê di aliyê moral de şikestine û nakokiyên dijwar di navbera wan de derketine. Ev demeke dirêj bû ku plana vê yekê dikirin û dixwestin taxên nû hatine rizgarkirin bigrin. Her wiha  moral bidin endamên xweʺ.

Azad anî ziman ku çeteyan dixwestin bi vê êrîşê re hin serçeteyên xwe derxînin derveyî bajar û ev tişt got: ʺRoja êrîşê, me li cîhazên wan ên bêtêl guhdar dikir. Bi riya vê yekê em têgihiştin ku armanca wan ji vê êrîşê ew e ku hin serçeteyên xwe xilas bikinʺ.

Azad Reqayê derbarê bîlançoya şerê 14′ê Tebaxê de ev agahî dan: ʺDi êrîşa 14′ê Tebaxê de şervanan bi lehengî bersiv dan êrîşa çeteyên DAIŞ′ê. Di encamê de 341 çete hatin kuştin û termê 64 çeteyan di destê şervanan de ne. 11 wesayetên bombebarkirî beriya ku bighîjin noqteyên şervanan hatin rûxandin û 7 çeteyên xwekuj jî beriya ku xwe biteqînin hatin kuştin. Her wiha 3 doçkayên (23.5, 14.5 û 12.5) ketin destê şervananʺ.

Fermandarê eniya rojhilatê Reqayê Azad Reqa, di dawiya axaftina xwe de got ku şervanan di vê êrîşê de derbeyên giran li çeteyan xistin û wiha pê de çû: ʺŞervan bi moraleke mezin pêş ve çûn û di van herçar rojan de, taxên Mihdî û El-Rafqa rizgar kirinʺ.