Reqa: 21 çete hatin kuştin, 50 sivîl hatin rizgakirin

Li Reqayê, di şer eniyên rojava, rojhilat, bakur de 21 çete hatin kuştin, 50 sivîl hatin rizgakirin.

Di şerê şevê dî de yê li eniyên rojava, rojhilat û bakurê Reqayê  21 çete hatin kuştin û 50 sivîl hatin rizgarkirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 73`an berdewam dike. Di vê çarçoveyê de duh bi şev li taxa Mensûra a dikeve rojhilatê Reqayê di navbera şevanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şer çêbû. Di encamê de 7 çete hatin kuştin û heyanî niha şer didome.

Her wiha li taxa Reşîd a rojhilatê Reqayê şer qewimî û di encamê de 6 çete hatin kuştin. Li taxa kevn a Reqayê jî nêzî nexweşxaneya zarokan çeteyan xwestin bi wesayeteke bombebarkirî êrîşî şervanên QSD`ê bikin. Wesayeta bombebarkirî negihîşte hedefa xwe û ji aliyê şervanan ve hate rûxandin.

Li rojavayê bajêr li taxa Deriyê jî di encama şereke demkurt  de 5 çete û li taxa El-Berîd a bakurê Reqayê jî 3 çete hatin kuştin û wesayeteke bombebarkirî hate ruxandin.

Di operesyona paqijkirinê ya li Taxa Nezlit Şehadê de jî şervan rastî tûnelek din a çeteyên DAIŞ`ê hatin.

Her wiha tîmên taybet ên QSD`ê yên sivîlan rizgar dikin, 50 sivilên dîtir ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.