Leşkerên Tirk li Efrînê zarokek birîndar kir

Leşkerên Tirk li ser sînorê Herêma Reco ya Kantona Efrînê zarokek birîndar kir.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser sivîlên Herêma Efrînê dewam dike. Herî dawî leşkerên Tirk li nêzî sînor S.E yê 14 salî ku şivan bû birîndar kirin.

S.E ji Ajansa ANHA’yê re wiha got: “Dema li nêzî sînor min mih û bizinên xwe diçêrandin, leşkerên Tirk gule li min reşandin. Ji lingê xwe yê rastê birîndar bûm. Piştre jî gule li ser mih û bizinên min reşandin. Bizinek min jî kuştin.”

S.E destnîşan kir ku piştî ku hate birîndarkirin û şûnde leşkeran hemû cil û bergên wî ji ber kir û xwestin ku tazî biçe. S.E anî ziman ku leşkeran dixwestin ku wî bikujin lê ji ber cotkare nêzî cihê bûyerê bû, tenê ew girtin û heqaret lêkirin.