Cenazeyê şervanê YPG’ê Amûde hat veşartin

Welatiyê Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Xelîs Hisên (Koçer Amûde)bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Amûdê, gundewarên wê û ligel şervanên YPG û YPJ`ê cenazeyê şervanê YPG`ê Xelîl Hisên (Koçer Amûde) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, wergirtin û bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Îsmaîl ya li Amûdê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPG/YPJ’ê ve destpê kir. Piştre jî Endamê Desteya Malbatên Şehîdan Îdan El-Efînî axivî û got ku axaftin têre nake ku mirov behsa keda şehîdan bike.

Ji Fermandarên YPG`ê Berxwedan Amûdê axivî û destnîşan kir ku şervanên QSD`ê ku ji hemû ciwanên herêmê pêk tê û li ser vê axê dijîn, îro li “paytexta” çeteyên DAIŞ`ê şer dikin û destanên dîrokî dinivisînin.

Berxwedan di dawiya axaftina xwe de êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Kantona Şehba û Efrînê bibîr xist û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Piştî axaftinan, nasnameya şehad hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayîkan û dirûşmên “Şehîd Namirin” ve hate veşartin.