234 ciwanên Reqayê dewreya perwerdehiyê qedandin

234 ciwanên ji Reqayê ku li Akademiya Şehîd Ezîz perwerde didîtin, wê beşdarî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bibin.

Di çarçoveya rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, 234 ciwanên ji bajarê Reqayê, li Akademiya Şehîd Ezîz, dewreya perwerdehiyê ya bi navê 'Şehîd Egîd Kobanê' ku li bajarê Reqayê şehîd bibû, bi merasîmekê bi dawî kirin û tevlî QSD`ê bûn. Dewreya ku mehekê dewam kir, pisporên Koalîsyona Navneteweyî waneyên şer dan şervanan.

Di merasîma bidawîkirina perwerdehiyê de, nûnerên rûsipiyên Ereb, nûnerên Meclîsa Sivîl a Reqayê û Fermandarên QSD û YPG`ê amade bûn.

Ji aliyê şervanên ku perwerde bi dawî kirine ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Gerînendeyê Buroya Têkiliyên Giştî yê QSD'ê Ferhan Hec Îsa axivî û wiha got; "Yekrêziya gelên Bakurê Sûriyeyê hişt ku herêm ji çeteyan were rizgarkirin û taybet niha DAIŞ di paytexta xwe de têk diçe."

Hec Îsa bidawîbûna perwerdehiyê li şervanan û gelên herêmê pîroz kir, bi lêv kir ku rizgarkirina Reqayê berpirsyartiya ciwanên wê ye.

Her wiha endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê, Îbrahîm El-Ferec axivî û bidawîbûna perwerdehiyê li gelê Reqa û şervanan pîroz kir û got ku bajarê Reqa li benda şervanên xwe yên QSD`ê ye.

Piştî axaftin bi dawî bûn, şervanan sond xwarin û tevlî QSD`ê bûn. Şervanên QSD`ê berê xwe dan eniyên şer ên Reqayê, da ku bajarê xwe rizgar bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, heta niha li Akademiya Şehîd Ezîz 11 dewreyên perwerdehiyê yên şervanên QSD`ê bi dawî bûne.