Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehbayê bombe dike
Li Kantona Şebhayê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundan topbaran dike, Artêşa Şoreşgeran bersivan êrîşan da.
Li Kantona Şebhayê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundan topbaran dike, Artêşa Şoreşgeran bersivan êrîşan da.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê carek din bi dijwarî gundên Til Medîq, Şêx Îsa, Herêma Til Rifêt û Bendava Şehbayê yên Kantona Şehbayê topbran dikin. Artêşa Şoreşgeran jî bersiva êrîşan da û li herêmê şerê dijwar didome.
Li herêma ku topbaran tê kirin şer bi dijwarî berdewame, her wiha balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker jî li ser asîmanên herêmê re difirin.
Li Kantona Efrînê jî, beriya niha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Ezazê gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera, topbaran kir.
Topbaran li ser herêmê hê jî dewam dike.