Li Reqayê 53 çete hatin kuştin

Di şerê li 5 taxên Reqayê de 53 çete hatin kuştin, şervanên QSD’ê hin cihên stratejîk ji çeteyan paqij kirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 74’emîn de didome.

Li Taxa Mansûrê ji duh nîvro ve şerê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên QSD’ê de didome. Şervanên QSD’ê li taxê bi pêş ve çûne û di vî şerî de 12 çete hatin kuştin.

Li taxa Reşîdê jî şer didome. Li vê taxê 19 çete hatin kuştin û li vê derê wesayîteke bomberbarkirî ya çeteyan hate îmhakirin.

Li Taxa Rewdayê jî 1 jê sekvan bi giştî 2 çete hatin kuştin.

Li Taxa Berîdê ya li bakurê Reqayê jî 7 çete hatin kuştin.

Li Taxa Diriyeyê ya ku li rojavayê taxê ye şerekî giran çêbû. Di vî şerî de 13 çete hatin kuştin û gelek cihên stratejîk ketin destê şervanên QSD’ê.