Li Reqayê cenazeyên 6 şervanên QSD'ê hatin veşartin

Cenazeyê  6 şervanên QSD`ê Mehmûd Şeiban, Xelîl El-Ebo, Elai El-Ebo, Mihemed Faris, Hemed Îsa û Îsa Nasir  li Goristana Şehîdên Reqayê hat veşartin.

Bi sedan welatî li pêş Nexweşxaneya Niştimanî ya bajarê Girê Spî civiyan, cenazeyê Mehmûd Şeiban, Xelîl El-Ebo, Elai El-Ebo, Mihemed Faris, Hemed Îsa û Îsa Nasir ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn wergirtin û bi wesayîtan ber bi gundê El-Hikumiyê yê 20 km dikeve bakurî Reqayê ve birê ketin. 

Li gund karwanê Şervanên QSD`ê merasîmek leşkerî lidarxistin û Endamê Malbatên Şehîdan Mesûd Mihêsin û  Endamê Komîteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Hesen Mihemed Elî axivîn û ji malbatên şehîdan re ser saxî xwestin. Piştî axaftina, cenazeyê 6 şervanên QSD’ê  li goristana Şehidên Reqayê hatin veşartin.

Cara yekemîne  ku şehidên Reqa li goristana bi navê Şehîdên Reqayê têne veşartin.