Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê, şervanên YPG, YPJ, nûnerên Desteya Parastinê, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan, cenazeyê Acar Atkîn (Cayan Batman) ji Nexweşxaneya Avrîn wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Seydo ya herêma Cindirêsê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanên YPG/YPJ’ê ve destpê kir. Piştre, ji Fermandarên YPG`ê Ferzendh Efrîn, Endamê Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan Şervan Hesen û dayika şehîd Canxort, Asya Ebdo, axivin. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan da. Her wiha axaftvanan, anî ziman ku gelên Efrîn û Şehbayê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, destanên dîrokî dinivisînin.
Dayika şehîd Canxort, tekez kir ku şehîd Cayan wekî kurê wê ye, ji ber ku malbata wî di merasîma oxirkirina wî de ne amade ye û ew niha bû dayika du şehîdan.
Piştî axaftin bi dawî bûn, mamosteya zimanê Kurdî Fatime Hisên nasnameya şehîd Cayan Batman xwend û radestî dayika Şehîd Canxort kir.
Di dawiya merasîmê de, bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyê Cayan Batman hate spartina axê.