Li Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê hatin veşartin

Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û rûspiyên herêmê, cenazeyên 3 şervanên QSD`ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.

Karwanê şehîdan ku saetên sibehê ji bajarê Kobanê yê Herêma Firatê bi rê ketin, di saetên ber êvarî de gihîşt ketina bakurê Bendava Firatê ya bajarê Tebqayê. Li vir jî bi sedan welatî û rûspiyên herêmê, cenazeyên şervanên QSD`ê Yehya Şeîb (Ebû Xewla Ilamî), Ebdullreman El-Ehl (Doçka) û Ehmed Şêx Mûsa (Qenas) wergirtin û bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan, Goristana Şehîdan a bajarê Tebqayê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîmê de Hevserokên Meclîsa Sivîl a Tebqayê û Fermandarê QSD`ê Zinar Kobanê li gel sedan kes amade bûn. Fermandarê QSD’ê Zinar Kobanê axivî û got wê şervanên wan hemû axa Sûriye ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Li ser navê Meclîsa Sivîl a Tebqayê jî Asya Xerbî axivî û anî ziman ku şehîd ji bo rûmet û azadiyê canê xwe dane.

Her wiha Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Ebîr Mûsa axivî û behsa rola şehîdan di pêkanîna jiyana hevbeş li Sûriyeyê de, anî ziman.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê her 3 şehîdan bi dirûşma “Şehîd Namirin” ve hate veşartin.