Cenazeyê şehîdê Reqayê Îbrahîm hate veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Hacî ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehdî bibû, bi merasîmekê li rojavayî bajarê Kobanê hate veşartin.

Li ser daxwaza malbatê cenazeyê şehîd Îbrahîm El-Hacî (Îbrahîm) ê ji gelê Ereb ku di 16`ê Tebaxê de li Reqayê şehîd bibû, cenazeyê wî li gundî Cadê yê ku dikeve rojavayî bajarê Koban, bi merasîmeyekê hate veşartin.

Di merasîmê de, bi sedan şêniyên bajar û gundên rojavayê Kobanê, Serokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî û Hevseroka Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eyşe Efendî, amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin. Piştre Eyşe Efendî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Efendî destnîşan kir ku herêm di rewşeke hesas de derbas dibe û gavên dîrokî tên avêtin, ji ber vê yekê jî pêwîst e gelê Kurd û Ereb xwedî li wan gavan derkevin.

Efendî di dawiya axaftina xwe de, berxwedana şervanên di çeperên şer de silav kir.

Her wiha di berdewamiya merasîmê de, ji Rêveberên Kongreya Star a xeta rojava Ebîr Hemed Casim axivî û rola cangoriyan di şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê de anî ziman.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de merasîmê de, cenazeyê şehşd bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristanê hate veşartin.